Polîsan bi ser avahiya TV 10 de girtin
Polîsan avête ser avahiya TV 10 a ku di derbarê wê de biryara girtinê hatibû dayîn.
Polîsan avête ser avahiya TV 10 a ku di derbarê wê de biryara girtinê hatibû dayîn.
Ji 12 TV û 11 radyoyên ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) der barê wan de biryara girtinê hat dayîn, yek jê jî TV 10 bû. Piştî vê biryarê polîsan li Esenyûrtê bi ser navenda TV 10’ê de girtin.Piştî serdegirtin û mohrkirina ÎMC TV, Ozgur Radyo û Hayatin Sesî TV’yê, polîsan îro jî li gel memûrên darayiyê berê xwe dan TV 10’ê. Polîsên ku derdorê avahiyê dorpêçkirin, rastî bertekên gel hatin.
Xebatkarên TV’yê dema polîs derdorî avahiyê dorpêçkirin, nehiştin polîs têkevin avahiyê, lê li gel mudaxileyan ketin avahiyê û destpêkê berê xwe dan oda rejiyê ya ku qumandaya sereke ya TV’yê lê cih digirt.
Tê payîn ku polîs û mehmûrên darayî yên li hundir amûran dijmêre,ku wê piştî jimariyê deriyê TV’yê mohr bikin.