BI DÎMEN

Girtina Med Nûçe li Dûsseldorfê hate protestokirin

Di çalakiya ku li Parîsê ji bo qetilkirina her 3 jinên şoreşger hate lidarxistin de, girtina Med Nûçe jî hate protestokirin.

Li bajarê Dusseldor ê Elmanyayê li pêşiya Sefaretxaneya Fransayê, di çalakiya ji bo 3 Jinên Şoreşger ên Kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin hate lidarxistin de, tarîkirina weşana Med Nûçe jî hate protestokirin.

Di çalakiya ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şayelmez ên ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin hate lidarxistin de, li ser gef û bertîlên dewleta Tirk girtina Med Nûçeyê jî hate protestokirin. Çalakiya vê hefteyê Kurdistaniyê ji bajarê Bîelefdê hatibûn dewir girtin. Kurdistaniyên ku li Dusseldorf û derdorî wê jî beşdarî çalakiyê bûn.

‘ÇAPEMENIYA AZAD NAYÊ BÊDENGKIRIN’

Di çalakiya ku dirûşmên mîna “Med Nûçe nayê bêdengkirin”, “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin”, “Terorîs Erdogan, hevkar Eûtelsat”, “Jin, Jiyan, Azadî”,”Sara, Rojbîn, Ronahî”, “Faşîst Erdogan, hevkar Fransa” û “Kujerê jinan Erdogan” qîr kirin de, pankarta bi nivîsa “Eûtelsat Dengê Çapemeniyê Qût Neke” vekirin.

Kurdistaniyên ku bertek nîşanî desthilata Erdogan/AKP’ê ya li ser çapemeniya Kurd û muxalîf da, bêdengiya raya giştî ya cîhanê jî şermezar kirin.

 

...