TV 10: Wê têkoşîna me heta dawiyê dewam bike
Li ser navê Serokê Desteya Rêveber a TV 10 Velî Buyukşahîn têkildarî zext û zordariya li ser çapemeniyê got, ‘’Dengê heq û heqîqetê nikare were birîn’’
Li ser navê Serokê Desteya Rêveber a TV 10 Velî Buyukşahîn têkildarî zext û zordariya li ser çapemeniyê got, ‘’Dengê heq û heqîqetê nikare were birîn’’
Serokê Desteya Rêveber a TV 10 Velî Buyukşahîn têkildarî girtina televîzyona wan bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, ‘’Dengê heq û heqîetê nikare were birîn’’ û bi berdewamî wiha got, ‘’Piştî Rewşa Awarta bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan de TV 10 bi awayekî derqanûnî hate tarîkirin û mohkirin. Di van hemû pêvajoyan de li gel ku têkildarî girtina TV 10 ti ferman ji wan re nehatiye jî polîsan bi ser televîyona me de girtiye. Li gel hemû hewldana parêzer û nûnerên Elewiyan jî bi rikdarî ev neheqûqî berdewam kir.’’
Buyukşahîn diyar kir di meha Muharremê de ku ji bo Elewiyan meheke pîroz e, bêdengkirina Elewiyan nayê qebûlkirin û wiha anî ziman: ‘’Em bang li hikûmetê dikin ku dev ji kirinên xwe yên derhiqûqî biqere û bang li gel dikin ku hevgiriya me bikin. Piştî vê pêvajoya tarî em ê têkoşîna xwe ya hiqûq û demokrasiyê heta dawiyê bidomînin.’’