Mamosteyên Egîtîm-Sen’ê: Em dest venakin û em ê li ber xwe bidin!

Mamosteyên Egîtîm-Sen’ê xwedî li hevalên xwe yên ku karê wan hatiye sekinandin derketin û gotin, ‘’Mamoste lava nakin, dest venakin’’ û peyam dan ku ew ê li qadan li ber xwe bidin.

Perwerdekar 5’ê Cotmehê Roja Mamasteyan a Dinyayê bi rewşeke wiha de ku bi hezaran mamoste bi awayekî kêfê karê wan hatiye sekinandin, pêşwazîki rin, li ber Midûrîyeta Perwerdehiya Millî ya Bajêr protesto kirin.

Egîtîm-Sen’iyên girêdayî KESK’ê li ber Midûrîyeta Perwerdiyê ya Bajêr a Stenbolê hatin cem hev û xwestin hevalên wan ên ku karê wan hatiye sekinandin zû vegerin ser karê xwe. Çalakî di nav dorpêça polîsan de pêk hat. Di çalakiyê de gotina Perwerdekar û Şaîr Fakîr Baykurt ku digot, ‘’Mamoste lava nakin, dest venakin, mamoste dersê didin’’ hate bibîrxistin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hate gotin: ‘’Bi deh hezaran mamoset ji ber ku endamên sendîkayê ne û heqê xwe yên demokratîk bi cih anîne tê xwestin ku wan ciza bikin û bipirnisînin.’’ Bi berdewamî hate gotin di darbeya 12’ê Îlonê de jî ev qasî hişk bi ser mamosteyan de nehatine.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser pirsên ku di mulaqatê de dipirsin û çend mînakên ji van pirsan dan:

‘’Dema ku Reîs tê gotin kî tê bîra we ?’’, ‘’Hûn rojî digirin?’’, ‘Hûn sersalê pîroz dikin?’’

...