Ji bo Yuksekdag carekî din biryara ‘Bi zorê bînin’

Ji bo Yuksekdag, di rûniştina doza ku li Rihayê di derbarê wê de hatî vekirin carekî din biryara ‘Bi zorê bînin” hate dayîn.

Piştî 6'emin Dadgeha Cezayên Giran derbarê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de biryara "Bi zorê bînin dadgehê" da, niha jî 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê derbarê Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yüksekdag de biryara "Bi rêya SEGBİS'ê bi zorê bînin beşdarî îfadeyê bikin" da. Li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bi hinceat "Propaganda rêxistinê kirine" doz hatibû vekirin. Rûniştina doza Ayhan û Yuksekdag li 5'emîn Dadgehê berdewam kir. Di rûniştina dozê de parêzerên Ayhan û Yuksekdag Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol û Parêzer Bekir Benek di rûniştina dozê de amade bûn.

Parêzeran diyar kirin ku destnedayînên muwekilê wan heye û divê neyên darizandin. Heyeta dagehê jî biryara bi rêya SEGBİS'ê îfade bidin û bi zorê tevîi dadgehê bidin da.

Rûniştina dozê taloqî 16'ê Mijdarê hate kirin.