Ji bo hunermend Şarik Apo ku jiyana xwe ji dest dayî li Bremen a Elmanta merasîma cenaze hate lidarxistin. Hevseroka KCDK-E Yuksel Koç, Hevseroa NAV-DEM’ê Fatoş Goksûngûr, endamên Koma Berxwedan jî di nav de gelek hunermend, nûnerên saziyan bi sedan kes li merasîmê amade bûn. Li Bremenê piştî ku li Mizgefta Seîdê Kurdî pêdiviyên dînî hatin pêkanîn cenazeyê Şarik Apo anîn komeleyê û li vir merasîmek hate çêkirin.
Piştî deqeyekê rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşê ji Koma Berxwedan Seyîtxan got Şarik Apo ji roja ku hatî mişextiyê di nav têkoşîna gelê xwe de bûye û ti caran bi pey nav û dengiyê neketiye û wiha berdewam kir, ‘’Şarik Apo bû şopgerê Hozan Serhat, Şedîh Mizgîn. Em sond dixwin ku heta dawiyê em alaya ku wî dayî me hilgirin.’’
Piştre Hozan Comert û Şemdîn, Cevat axivîn. Kurmamê Şarik Apo Ramazan Şecer diyar ku xwesteka herî mezin a Şarik Apo ew bû ku biçe li gundê xwe bijî û malavaniyê li kesên hazir kir. Şecer diyar kir gundê wan ji hêla dewleta Tirk ve gelek caran hatiye şewitandin û got, ‘’Şarik Apo li dijî wan şewitandinan bû dengê serhildanê. Bi stranên zaraveyê Dimilî ku dihate xwestin wê tine bikin, bû parazvanê zimanê me.’’
Piştî merasîmê cenazeyê Şarik Apo şandin gundê ku lê bûyî.