Yarbayê DYA’yî: Hebûna leşkerên Tirk a li Iraqê îllegal e
Yarbayê DYA’yî Dorrîan, ji ber hebûna leşkerên Tirk a li Iraqê nerazîbûn nîşan da û got ev îllegal e. Parlamentoya Iraqê jî diyar kiribû ku dewleta Tirk dagirker e.
Yarbayê DYA’yî Dorrîan, ji ber hebûna leşkerên Tirk a li Iraqê nerazîbûn nîşan da û got ev îllegal e. Parlamentoya Iraqê jî diyar kiribû ku dewleta Tirk dagirker e.
Berdevkê Hêza Koalîsyona Navneteweyî yê li Iraqê Yarbayê DYA’yî John Dorrîan destnîşan kir ku leşkerên Tirk ên li ser axa Iraqê, ne di nav Hêzên Koalîsyona Navneteweyî de ye.
Dorrîan wiha axivî; “Artêşa Tirk a li ser xaka Iraqê, ji hêla hikûmeta Iraqê û bi destûrek fermî nehatiye xwestin û îllegal e. Wek tê zanîn, hin welatên di nav Hêza Koalîsyona Navneteweyî de jî bi destûra hikûmeta Iraqê li vir in. Ev hêz, li dijî DAÎŞ’ê desteka hewayî û bejahî didin artêşa Iraqê.”
PARLAMENTO: DAGIRKERÎ!
Parlamentoya Iraqê jî bi biryara ku duh girtibû hebûna leşkerên Tirk a li Iraqê wek “dagirkerî” pênase kiribû. Parlamentoya biryar girtibû ku ji bo leşkerên Tirk ji axên Iraqê bêne derxistin serî li Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî û Yekgirtina Ereban bê dayîn.