Doza siyasetmdarê Êzîdî Dudar li Hambûrgê dest pê kir
Rûniştina doza siyasetmedarê Êzîdî Hasan Dûtar hate pêkanîn
Rûniştina doza siyasetmedarê Êzîdî Hasan Dûtar hate pêkanîn
Rûniştina doza siyasetmedarê Êzîdî Hasan Tutar ku bi îdîaya ‘’endamê rêxistin’ê ye, îro li Dadgeha Bilind a Eyaleta Hambûrbê hate dîtin. Rûnişt ji hêla nêzî sed kesên Elman û Kurd ve hate şopandin.
Dutar ê 60 salî ti daxuyanî neda, parêzer Stephan Kûhn di destpêka rûniştinê de diyar kir şandeya dadgehê ne bêalî ye û xwest ku dadgeh werin guherandin. Kûhn diyar kir siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak ji hêla şandeya heman dadgehê ve 3 sal ciza lê hatiye birîn û di biryarnameya doza wî de Dutar wekî ‘berpisrê herêma Bremen’ê yê PKK’ê hatiye nîşandan û ji bo vê jî diyar kir, beriya ku doz destpê bike Dutar sûcdar hatiye dîtin.
Serlêdana parêzer ji hêla şandeya dadgehê ve hate redkirin û ji hêla dozgeriyê ve îdîanama hate xwendin. Di îdîanameyê de tê gotin Dutar ji destpêka Tebaxa 2014’an ve weke berpirsê PKK’ê li Bremenê xebatan dimeşîne, ji Adara 2015’an vejî ji hêla PKK’ê ve ew li herêma Kaselê hatiye peywirdarkirin.
DOLZER: NAYÊ QEBÛLKIRIN
Wekîlê Partiya Çepgir ê Hambûrgê Martîn Dolzer li ber dadgehê daxuyanî da û got, dema ku mirov li kirinên der mirovî yên hikûmeta Erdogan binere, nayê qebûlkirin ku li Elmanya dozeke wiha were dîtin. Dolzer diyar kir divê dewleta Elman li dijî krîmînalîzekirina Kurdan û polîtîkayên zextê bisekine û bang kir ku Hasan Tutar û hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.
Li ser navê NAV-YÊK’ê, Şemdîn Baran jî xwest ku Dutar zûzûka serbest wer berda. Baran diyar kir dewleta Elman li şûna polîtîkayên zextê divê rêya dîyalogê tercîh bike û xwest li şûna ku zextê li ser Kurd, siyasetmedarên Kurd û Êzîdiyan were kirin divê destekê bidine têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê.
PIŞTÎ KU JI DADGEHÊ DERKETIBÛ HATIBÛ BINÇAVKIRIN
Hasan Dutar li ser daxwaza dewleta Elman li Danîmarkayê hatibû girtin û sewkî Hambûrgê hatibû kirin. Beriya niha jî Duyar di doza Roj TV de li Kopenhafê hatibû darizandin û 8 Hezîranê hatibû beretkirin, lê piştî ku ji dadgehê derketibû bi fermana girtinê ya Europolê hatibû binçavkirin. 2012’an jî Dutar bi daxwaza Danîmarkayê li Elmanya hatibû binçavkirin û dabûne Danîmarkayê.
Rojên rûniştiyê yên ku heftiya were jî wê berdewam bikin wiha ye: 11,12,25,26 Cotmeh, 1,2,8,9 ,16 Mijdar.