Lêpirsîna komedyenê Elman ku Erdogan doz lê vekiribû hate rawestandin

Dozgeriya Maînz têkildarî lêpirsîna bi gilhê Erdogan ku bi hinceta ‘heqaret li Erdogan’ kiriye li Elmanya ji bo Jan Bohmermann destpê kiribû, got, ji helbesta satîrîk a Bohmermann pêdivî bi darizandinê nîn e.

Di daxuyaniyê de hate gotin helbesta Bohmermann ku bi helbesta xwe tinazê xwe bi Erdogan kiribû, di nav mîsogeriya azadiya hunerê de, li gorî xala 5. a Destûra Bingehîn dikare were nirxandin û wiha hate gotin: ‘’Bikaranîna ji bo ku ramanek pê were gotin taybetmendiya hunerê ji holê ranake’’

Bi destûra Serokwezîra Elman Angela Merkel li ser Jan Bohmermann lêpirsîn hatibû vekiribin bi hinceta ku bi zimanekî tinazokî polîtîkayên dîktatorê Tirk Erdogan ên li ser Kurd û muxalîfan kiribû mijara helbesta xwe. Vê biryarê li nav civaka Elman rê li ber rexneyên hişk vekiribû.