Şaredariya Soderhamnê piştgiriya xwe ya ji bo Nisêbînê xurt dike
Şaredariya Soderhamnê piştgiriya xwe ya ji bo Şaredariya Nisêbînê ku ‘şaredariya destbira’ bû xurt dike.
Şaredariya Soderhamnê piştgiriya xwe ya ji bo Şaredariya Nisêbînê ku ‘şaredariya destbira’ bû xurt dike.
Şaredariya Soderhamnê ya li Bakurê Swêdê ji bo piştevaniya li Şaredariya Nisêbînê ku ji 2011’an ve ‘şaredariya destbira’yê wê ye, rêze biryar standin. 32 endamên meclîsa şaredariyê endamên Meclîsa Şaredariya Nisêbînê weke ‘siyasetvanên destbira’ ragihandin. Şaredariya Soderhamnê ku biryara daye piştevaniya xwe xurt bike, weke gava pêşî 1’ê Mijdarê wê şandeyekê bişîne Nisêbînê.
NAMEYÊN HEVSEROKAN HATIN XWENDIN
Di civînên de nameyên Hevserokên Şaredariya Nisêbîn yên Sara Kaya û Cengiz Kok ku ji bo Şaredariya Soderhamnê nivîsîbûn hatin xwendin. Di nameyê de tê gotin hikûmeta AKP’ê hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê kiriye hincet, Rewşa Awarte ragihandiye û bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan de dewletê li gorî berjwendiyên xwe ji nû ve dizayn dike, vîna gel ji nedîtî ve tê, hevserokên şaredariyan ji peywirê distîne û şaredariyan desteser dike.
Kaya û Kok diyar kirin darbeya ku ji hêla AKP’ê ve li ser Kurdan hatiye kirine ew qebûl nakin û têkildarî hilweşîn û komkujiya ku dewleta Tirk li Nisêbînê pêk aniye agahî dan. Di nameyê d tê gotin li Nisêbîn hin tax bi temamî hatine serûbinkirin, ketina li 6 taxan hatiye qedexekirin û 20 hezar mirov jî neçar mane ku mal û milkê xwe biterikînin.
‘ENDAMÊN MECLÎSÊ WÊ BIBIN ‘SIYASETMEDARÊN DESTBIRA’
Di civînê de biryar hate girtin ku her ji yek endamên meclîsa şaredariyê wê her yek ji endamê meclîsa şaredariya Nisêbînê ya DBP’ê weke ‘siyasetmedarê destbira’ diyar bike û pê re hevgiriya xwe nîşan bide. Di rewşa girtina wan de wê doza wan bişopînin, ku hewce kir wê tevlî rûniştina wan bibin û agahiyên ku bi dest xistine bi raya giştî ya Swêdê re par ve bikin. Ji bo girtin û zextan şermezar bikin wê di asta hikûmetên Tirkiyê û Swêdê de xebatan bikin.