DÎDF: Mebest bêdengkirina muxalefeta civakî û birîna dengê wê ye

DÎDF êrîşên Erdogan û desthilatdariya AKP’ê ya bi ser saziyên çapemeniyê de û mohr kirina wan şermezar kir û got, dixwazin rêveberiya faşîst û otorîter zal bikin.

Federasyona Komên Karkiran ên Demokratîk a Elmanya (DÎDF), bi daxuyaniyeke nivîskî girtina qenalên Kurd û muxalîfan û êrîşên polîsan şermezar kir û diyar kir Erdogan û desthilatdariya AKP’ê ji bo ku ser rastiyan bigire û Tirkiyê bixe nav tarîtiyê bi hemû hêza xwe tevdigere, bi êrîşên otorîter dixwaz rejîmeke faşîst pêk bîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘Li Tirkiyê ev pêlek e bi ser karkir, kedkar, karmendan, Kurd, Elewî û kêmarên din polîtîkayên zext û zordariyê têne kirin, 28’ê Îlonê 12 televîzyon û 11 radyo hatine girtin, dest li ser malên wan danîne û ev jî nîşan dide ku derbasî qonaxeke nû bûye’’ di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk a ku bi van jî qîma xwe neanîye, zext li ser Fransayê kiriye û televîzyona Med Nûçe jî daye rawestandin.

Federasyonê diyar kir girtina tv û radyayan darbeyeke mezin e li azadiya çapemenî û ramanê û wiha got: ‘’Wiha xuya dike rejîma Erdogan/AKP’ê ku ji vê darbeyê hêzdar bûyî ji niha û şûn de jî wê êrîşên xwe bidomîne, ev êrîş tenê ne bi ser radyo û televîzyonan de ye lê her wiha bi ser mafê agahdarbûna gel de ye jî.

Di daxuyaniyê de biryara girtinê hate şermezarkirin û hate xwestin ku hêzên navnetewî û raya giştî ya demokratîk li dijî van çewisandinan bêdeng nemînin û bi hişkere helwesta xwe diyar bikin.