Dest danîn ser pasaporta Yildirim û Başlangiç

Tevî biryara ku “nikarin dest danin ser” lê dest danîn ser pasaporta Başlangiç û Yildirim. Derketina derveyî welat a her du rojnamevanan hate astengkirin.

Dest danîn ser pasaportên Rojnamevan Celal Başlangiç û Ayşe Yildirim. Derketina derveyî welat a her du rojnemevanan jî hate astengkirin. Tevî ku “Nikarin dest danin ser pasaportê” jî dest danîn ser pasaporta Başlangiç. Bi hinceta ku qedexeya derketina li ser Yildirim weke hincet hate nîşandan. Başlangiç wiha got: “Pêkanînekî derveyî qanûnî bi awayê korsan e.”

Başlanbiç têkildarî mijarê diyar kir ku di 2’yê Tebaxê de xwestin ku pasaporta wî betal bikin, lê biyara ku dadgehê 8’ê Tebaxê dayî ev daxwaz dijî hiqûqê ye û red kiribû. Lê piştre 8’ê Tebaxê dadgehê bi biryarekî dîrokî dest danî ser pasaporta wî û derketina derveyî welat asteng kir.

Başlangiç bal kişand ku ji ber heman rewşê dest daniye ser pasaporta rojnamevan Yildirim jî û wiha anî ziman: “Dema ku min pirs kir çima pasaporta Ayşe hatiye betalkirin, wekî tiştekî asayî, mîna qanûnî gotin ji ber rewşa hemanê”

Başlangiç diyar kir ku li qereqola balafirxaneyê hatin ragirtin û piştre jî serbest berdan û wiha got: “Em berdan lê, pasaportên me di destê wan de ne.”

Rojnamevan Başlangiç ji bo pêkanîna li dijî wan hate kirin wiha anî ziman: “Pêkanînekî korsanî ye. Tiştên ku dikin mîna ku meşrûne jî pir balkêşe.”