Li Mûsilê 20 endamên eşîrekê hatin kuştin

Hat ragihandin ku li Başûrê Mûsilê bi ‘Şaştî’ di encama bomberdûman kirina endamên eşîrekê de herî kêm 20 kes hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku endamên eşîrekî  Suniyên Ereb ku li bajarê Qayyara ê yek ji bajarên herî girîng ê ji bo rizgarkirina Mûsilê ji bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de, rastî êrîşekê hatine.

Hat destnîşan kirin ku li gorî seata herêmê  saetên şevê di encama bomberdûmana hewayî de herî kêm 20 kesan hatine kuştin. Nayê zanîn ku bomberdûman ji aliyê balafirên şer ên Iraqê yan jî ji aliyê hêzên di  pêşengtiya DYA’ê ya koalîsyonê de pêk hatiye.

Bajarê Qayara ên ku 60 km dikeve Başûrê Mûsilê di meha Tebaxê de ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû paqijkirin. Bajarê Qayyara, ji bo oparasyona rizgarkirina Mûsilê hem ji bo hêzên Iraqê û hêzên koalîsyonê xwedî cihekî stratejîk e.