Wê çapemeniya azad bêdeng nebe!
Kedkarên Çapemeniya Azad girtina dezgehên çapemeniya mûxalîf û azad û bi serdegirtinan binçavkirina rojnamevanan li Qada Galatasarayê protesto kirin.
Kedkarên Çapemeniya Azad girtina dezgehên çapemeniya mûxalîf û azad û bi serdegirtinan binçavkirina rojnamevanan li Qada Galatasarayê protesto kirin.
Di çalakiyê de ku gelek partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên pîşeyî û hunermend tevlî bûn, hate destnîşankirin ku wê çapemeniya azad bêdeng nebe.
Girtina televîzyon û radyoyan ku ÎMC TV, TV 10, Hayatin Sesî, Ozgur Radyo jî di nav de ye û bi biryarnameyên Rewşa Awarte hatin girtin, ji hêla bi sedan kesî hate protestokirin. Piştî radyo û TV hatin mohrkirin, kedkarên çapemeniyê berê xwe dan Qada Galatasarayê û bang kirin ku wê kedkarên çapemeniyê û çapemeniya mûxalîf û azad bêdeng nebe.
Kedkarên çapemeniyê bi dowîzên ÎMC, Hayatin Sesî, TV 10 di nav dorpêça polîsên Tirk de xwe gihandin qadê û diyar kirin ku wê serî ji dîktaya yekdengî re netewînin. Di çalakiyê de wekîlê HDP’ê Erdal Ataş, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Dogan Erbaş, Serokê CHP’ê yê Navçeya Beyoglû Bekîr Ozcan jî amade bûn.
Kedkarên çapemeniyê pankartên “Dest nede TV û radyoya min”, “Em ê bîatî yekdengî nekin”, “Rewşa Awarte Rakin, Biryarnameyên Di Hikumê Qanûnê de betal bikin” vekirin, dirûşmeyên “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Bêdeng Nemîne Dora Te Ye”, “Mafê Agahîwergirtinê Nayê Astengkirin” berz kirin.
'MOHR LI DENGÊ GEL HATIYE XISTIN’
Destpêkê Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê Ûgûr Guç axivî, destnîşan kir ku wê ti darbe û Rewşa Awarte nikaribe bikeve pêşiya demokrasiyê. Guç bal kişand ku hikûmeta AKP’ê dixwaze rojnamevantiyê bi dawî bike, wiha pê de çû; “Îro radyo û televîzyonên dengê Elewî, Kurd, kedkar, bindestan digirin. Divê em bi hev re li dijî vê rawestin.” Guş îşaret kir ku mohrên li deriyê qenalên TV û radyoyan hatine xistin, esas li dengê gel hatine xistin û destnîşan kir ku ji bo rastiyan bigihînin gel wê heta dawiyê têbikoşin.
‘ÎRO, ROJA HERÎ TARÎ YA DÎROKA ÇAPEMENIYÊ YE’
Serokê Giştî yê DÎSK Basin- Îş’ê Farûk Eren jî got, “Li vî welatî çapemenî her tim di bin zextê de hatiye hiştin. Hejmarek bêsînor rojnamevan hatin qetilkirin, rojname hatin bombekirin, rojnamevan hatin girtin. Lê di ti pêvajoyê de em qasî îro di bin zextê de nemane.”
‘EM Ê YEK BIÇIN, HEZAR VEGERIN’
Li ser navê Hayatin Sesî jî Arîf Koşar axivî, diyar kir ku 23 TV û radyo ji ber dengê Kurd, Elewî, karker û kedkaran bû ji hêla desthilatdariya AKP’ê û Qesrê hatin girtin û got; “Em ê bêzar nebin, bêdeng nebin, yek biçin, hezar vegerin.”
‘DENGÊ GEL NAYÊ RAWESTANDIN’
Gerînendeyê Weşana ÎMC TV Eyup Bûrç got ku 5 sal berê li dijî pêkhateya çapemeniya bûrjûwa ya ‘yekperest, nîjadperest, mîlîtarîst û dewletparest” wek alternatîf dest bi weşanê kirine. Guç bi bîr xist ku ji Kobanê heta Şengalê, ji Cizîrê heta Amedê, ji Somayê heta Artvînê dengê bindestan gihandine cîhanê û bal kişand ku dema hewldana darbeyê jî li Meclîsê tenê ÎMC TV weşana zindî dikir. Guç der bir ku hewl didin ku bi bêdengkirina çapemeniya mûxalîf ve otorîteyek teqez bê avakirin, wiha axivî; “Em ê li ber xwe bidn, nesekinin, bi berfirehî werin.”
Li ser navê TV 10 jî Velî Haydar Guleç destnîşan kir ku azadiya îfadeyê bi awayekî eşkere tê binpêkirin, got, Tirkiye li polîtîkaya xwe ya yekperestiyê, “yekdengî” jî zêde kiriye. Guleç wiha axivî; “Dixwazin ji 500 qenalî yek deng derkeve, ew jî dengê mûktedîr e. Lê, wê nikaribin dengê gel rawestînin.”
‘EM BÊDENG NEBÛN, BÊDEN JÎ NABÎN’
Li ser navê Ozgur Radyoyê Leyla Abay got, 21 sal in dengê tevahî bindestan ji radyoya xwe ragihandine. Abay destnîşan kir ku bi îdîaya “wê nebin qutiya muzîkê” dest bi kar kirine û wek alîgirê pirrengiyê weşana xwe domandine, ragihand ku gelek caran cezayê girtinê li wan hatiye birîn, xebatkarên wan hatine girtin, lê ti carî bêdeng nebûne û wê bêdeng jî nebin.
Parlamenterê HDP’ê Erdal Ataş jî diyar kir ku êrîş ji ber bêçarebûna desthilatdariyê ye û wiha axivî; “Rojên ku wê çapemeniya azad nûçeyên azad çêbike ne dûr e.”