Êrîşên li dijî çapemeniya azad û mûxalîf, li Elmanya û Swîsreyê bi xwepêşandanên girseyî hatin şermezarkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
çarşem, 5 kewçêrê 2016, 07:10
Êrîşên li dijî çapemeniya azad û mûxalîf, li Elmanya û Swîsreyê bi xwepêşandanên girseyî hatin şermezarkirin.
DÛÎSBÛRG: Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) saet di 17:00 de li ber Stasyona Trenê mîtîngek hat lidarxistin û bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevî pankarta bi nivîsa "Çapemeniya azad bêdeng nabe" tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê NCDK a Dûîsbûrgê Niyazî Oztaş axivî û komkujiya li Hesekê şermezar kir. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, daxuyanî hat dayîn û dirûşmên "Med Nûçe nikare bê bêdengkirin", "Terorîst Erdogan, hevkar Eutelsat" hatin qîrîn. DÎDF û AGÎF jî tevlî mîtîngê bûn.
DORTMÛND: Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, komkujiya li Hesekê, êrîşên li dijî çapemeniya azad û bêdengiya dewletên Ewropayê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Dewleta kujer wê hesab bide", "Kurdistan wê li Erdogan ê kujer bibe goristan" hatin qîrîn.
BONN: Bi heman armancê li Bonnê jî, dosyayek li ser mijarê radestî qenala nûçeyan a Elman Deutsche Welle hat kirin û bang li rayedarên qenalê hat kirin, ku zextên li çapemeniya azad tên kirin, bibînin. Di vê hevdîtinê de hat ragihandin, pêkanînên dewleta Tirk dişibin Elmanya dema Hîtler. Her wiha komkujiya li Hesekê jî hat şermezarkirin. Di hevdîtinê de midûrê nûçeyan û berprisyarên weşana giştî yên Deutsche Welle jîa made bûn. Rayedarên vê qenalê gotin, ew birîna weşana Med Nûçe fêhm nakin û anîn ziman, ku zextên li Tirkiyeyê li çapemeniyê tê kirin, di nûçeyên xwe de radigihînin.
HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanyayê li ser banga NCDK'ê, girseya gel li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiya û biryara şîrketa peykê ya Fransayê Eutelsatê şermezar kir. Di çalakiyê de çeteyên li Hesekê komkujî kirin, hatin lenetkirin. Di dawiya daxuyaniyê de, ji bo çalakiya protestoyî ya 8'ê Cotmehê li ber HBF a Hannoverê, ku li dijî komploya navneteweyî tê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.
BASEL: Li bajarê Basel ê Swîsreyê, zextên li çapemeniya azad û mûxalîf hatin şermezarkirin. Ji Tele Baselê re dosyayeyk di vî warî de hat dayîn. Kurdistanî û dostên wan ên li ber NCDK a Baselê li hev civiyan, heta ber qenala televîzyonê Tele Basel meşiyan. Di çalakiyê de, ku zarok jî lê amade bûn, girtina Zarok TV hat şermezarkirin. Piştî meşê hevdîtin bi rayedarên Tele Baselê re hat kirin û piştî radestkirina dosyayê, çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.