Li Swêdê girtina Med Nûçe TV hate şermezarkirin

Piştî ku hikûmeta AKP û Tirkiyê li Kurdistanê 11 qenalên TV’yan girt û zext li ser Eutelsatê danî da ku Med Nûçe TV bigire, li Swêd û Borlangê û Goteborgê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Kurdistaniyên ku li ber avahiya Dalarna Tîdnîngen ku mezintirîn saziya medyayê ya Dalarna a Bolangê ye, hikûmeta AKP ji ber sedema girtina qenalên televîzyonan şermezar kir. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Borlangê Idrîs Ayık got, rejîma AKP’ê ku li Kurdistanê gelê Kurd qir dike, bi mebesta ku vê qirkirinê veşêre bi ser medyayê de êrîşan pêk tîne. Bi berdewamî diyar kir, Kurd wê serê xwe ji Erdoganê faşîstê dîktator re netewînin û heta dawiyê li çapemeniya xwe xwedî derbikevin.

Rêveberê Weşana Giştî ya Dalarnas Tîdnîngen Carl-John Bergman bi çalakgeran re hev dît û got, êrîşên li Tirkiyê yên bi ser sazî û dezgehên çapemeniyê de azadiya agahdarbûnê ji holê rakiriye û bi ti awayî nayê qebûlkirin ku saziyên medyayê werin girtin. Bi berdewamî got ew li pişt rojname û qenalên TV’yan bin ku hatine girtin.

Çalakgeran bi dirûşmên ‘çapemaniya azad nayê bêdengkirin’, ‘’Eutelsat, şîrîkê Erdogan’, ‘kujer Erdogan’ çalakiya xwe bi dawî kirin.

Li Goteborgê jî Kurdistanî bi dirûşmên ‘Hûn nikarin dengê me yê azad bibirin, hûn nikarin vîna me bişikînin’ derketin meydanan û girtina 11 qenalên televîzyonê û Med Nûçe TV şermezar kirin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Abdullah Devecî di xwepêşandanê de axivî û got rejîma dîktatorî ya Erdogan hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê kiriye hincet û ji bo vê dîktatoriya xwe xurt bike hewl dide muxalefetê bi temamî bêdeng bike û ji holê rake.

Deverî got welatê Ewropayê ku diviya li dijî zilman Erdogan derbikevin pê re hevakariyê dikin û dibine şîrîkên sûcê wî û Eutelsat ku bi fermana Erdogan Med Nûçe TV da girtin, şermezar kir.

Di dema xwepêşandanê de Kurdistaniyan pirî caran ‘hêza ku ji Zarok Tv ditirse wê tine bibe’, ‘’çapemeniya azad nikare were bêdengkirin’’, ‘’ti hêz nikare me bêdeng bike’ berz kirin.

 

...