Komîteya Ewropa ya TŞYG: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 12'ê Mijdarê bibin

TŞYG got, "Rawestandina êrîşên faşîst ên Erdogan û çeteyên wî, mezinkirina berxwedana yekbûyî ya şoreşger e. Em ê rejîma faşîst ji hev bixin" û ji bo çalakiyên li derveyî welat banga tevlîbûnê kir.

Komîteya Ewropayê ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) li ser faşîzma AKP'ê û kampanya çalakiyan a li derveyî welat daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rejîma faşîst a li welatê me, ku krîza di nav de ye kûr dibe, êrîşên xwe yên li dijî gelên me dişidîne."

'BI BERXWEDANA YEKBÛYÎ YA ŞOREŞGER EM DIKARIN PÊŞÎ LÊ BIGIRIN'

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Erdogan û çeteya wî, ku li derveyî operasyonên Mûsil û Reqayê man û polîtîkaya wan a derve bi temamî hilweşiya, faşîzma MHP û neteweperest dan dû xwe û hewl didin, heyfa têkçûna xwe ya li derveyî welat, ji gelên me hilîne. Ev rêveberiya faşîst, ku tevî hemû êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd û têkoşîna azadiyê nikare encamekê bi dest bixe û nikare pêşî li Şoreşa Kurdistanê û têkoşîna yekbûyî ya hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê bigire, bêhtir har dibe û gav bi gav welêt dixe nava şerê navxweyî. Cûnta AKP/Qesrê ku bi hilweşandina bajaran, komkujiyan, binçavkirin û girtinan û bi pêkanînên Rewşa Awarte tiştek bi dest nexist, ji bo hilmê li civakê biçikîne, êrîşî çeperên têkoşîna demokratîk, rêveberiyên herêmî û saziyên siyasetê dike."

Di daxuyaniyê de girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê hat bibîrxistin û hat gotin, "Êrîşa li dijî HDP'ê êrîşa li dijî têkoşîna hevpar a gelên me ya li Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Erdogan û çeteya wî ku bi rêbertiya faşîzma Hîtler dimeşe û dixwaze vîna civakê teslîm bigire, bi mezinkirina berxwedana yekbûyî ya şoreşger dikare pêşî li wan bê girtin."

'EM Ê REJÎMA FAŞÎST JI HEV BIXÎNIN'

Komîteyê da xuyakirin, ku bersiva li êrîşên topyekûn ên faşîzmê, bi berxwedana topyekûn dibe û wiha dewam kir: "Li Bakurê Kurdistanê û irkiyeyê, ku pêkanînên ne kêmî faşîzma Hîtler lê heye, yekane rêya bindestan, Kurd, Elewî, jin, kedkar û gelên me, berxwedana demokratîk a şoreşger e. Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî û demokratîk dewam dike. Girîng e gelên me yên li Ewropayê jî berxwedana xwe ya demokratîk a li dijî vê êrîşkariya faşîst, bilind bikin. Divê em hem êrîşên faşîst ên li welêt protesto bikin, hem ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin, hem jî polîtîkayên dewletên Ewropayê yên festekê didin rejîma faşîst teşhîr bikin. Rejîma faşîst a ku êrîşên giran dibe ser gelên me, bi têkoşîna me ya rêxistinbûyî, hevgirtî, şoreşger û demokratîk wê ji hev bikeve. Kî bêdeng bimîne, divê zanibe dor wê were wî/ê. Lewma divê bibe parçeyek ji têkoşîna berxwedanê ya li dijî faşîzmê. Roj roja têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê ye."

JI BO ÇALAKIYÊN 12'Ê MIJDARÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ

Komîteya Ewropayê ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan di dawiya daxuyaniya xwe de ji bo çalakiyên 12'ê Mijdarê roja Şemiyê yên li Elmanya-Koln, Hollanda-Amsterdam, Fransa-Parîs û Avîgnon, Belçîka-Brukel, Kanada-Toronto, Danîmarka-Kopenhagen, Swêd-Stockholm, Îtalya-Roma, Swîsre-Basel, Yewnanîstan-Atîna, Japonya-Tokyo û Awûstralya-Sîdneyuê bi ruhê têkoşîna hevpar banga tevlîbûnê kir.