Kedkarên çapemeniya azad ên li Bakurê Kurdistanê di nava şert û mercên giran de hewl didin karê xwe bikin, rojnameyeke din li çapemeniya azad zêde kirin. Rojnameya Rojeva Medya îro gihîşt ber destê xwendevanan.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
în, 11 sermawezê 2016, 10:58
Rojnameya bi navê "Rojeva Medya" ku li ser mîrateya 40 salan a ragihandina azad hat amadekirin, îro gihîşt ber destê xwendevanan.
Rojeva Medya, rojnameyek Kurdistanî ye û bûyerên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê diqewmin, bi zimanê Kurdî radigihîne.
Hejmara yekemîn a rojnameyê îro bi manşeta 'Xezeba Firatê mezin dibe' hat weşandin. Rojnameya ku ji 12 rûpelan pêk tê, mijarên; polîtîk, çand û huner, jin, Şoreşa Rojava, Forûm û agahiyên rûtîn ji Kurdistanê diweşîne.
Di rupela yekemîn a rojnameyê de Edîtorê rojnameyê nivîsek weşand û vekirina rojnameyê bi sernavê JI WELATÊ MEDYA SILAV, li hemû xwendevanên rojnameyê pîroz kir.
Rojnameya Rojeva Medya wê rojane bi mijarên xwe yên cihêreng, bi zimanê kurdî li ber destê xwendevanên xwe be.
Hikûmeta AKP'ê di 29'ê Cotmehê de bi Biryarnameya di Hikmên Qanûnan de DÎHA, JINHA, Rojnameya Ozgur Gundemê, Azadiya Welat û Yuksekova Haber jî di nav de, weşana gelek rojname, qenalên televîzyonê û ajansên çapemeniya azad girtibû.