NÇM-DER a Edeneyê hat mohrkirin
NÇM-DER a Edeneyê bi hinceta OHAL'ê ji aliyê Walîtiya Edeneyê ve hate mohrkirin.
NÇM-DER a Edeneyê bi hinceta OHAL'ê ji aliyê Walîtiya Edeneyê ve hate mohrkirin.
Avahiya Komeleya Navenda Çanda Mezopatamyayê (NÇM-DER) a Edeneyê bi hinceta rêveberiya Awerte (OHAL) ji aliyê Walîtiya Edeneyê ve hat mohrkirin. Di saetên nîvro de polîs û rayedarên walîtiyê bi wesayîtên zirxî ve avahî dorpêç kirin. Piştî ku li avahiyê lêkolîn kirin bi hinceta hin belge kêm in komele hate mohrkirin.
Di teblîgata Walîtiya Edeneyê de hate gotin ku xebatên komeleyê ji bo 3 mehan hatine rawestandin.
Piştî ku biryar hate ragihandin deriyê avahiyê hat mohrkirin û hate girtin.