Demîrel: Daraz li gorî biryarên Qesrê tevdigere
Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel li hemberî binçavkirina şewirmendên parlamenteran nerazîbûn nîşan da û got ku daraz bi biryarên Qesrê tevdigere.
Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel li hemberî binçavkirina şewirmendên parlamenteran nerazîbûn nîşan da û got ku daraz bi biryarên Qesrê tevdigere.
Serrokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çaglar Demîrel têkildarî binçavkirina hin şewirmendên parlamenterên HDP'ê li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist.
Demîrel anî ziman ku ew wekî HDP li rewşeke AKP/Qesr li ser tevahiya welat pêkûtiyan dimeşîne, ji bo li Tirkiyeyê demokrasî pêk bê têdikoşin û ev têkoşîna wan ji bo 6 milyon kesan e ku deng dane wan û yên li Tirkiyeyê alîgirên demokrasiyê ne. Demîrel wiha berdewam kir: "Li dijî desthilatdariya AKP-Qesrê wekî tekane partiya ku têdikoşe û muxelafetê pêk tîne bi salan e me serê xwe netewand û têkoşîna vê da. Wekî HDP ev salek e bi hemû pêkûtiyan re hevrû man. Navê wan êrîş û pêkûtiyan girtina post-modern a partiyê ye."
'DARAZ BIRYARÊN QESRÊ DIDE'
Demîrel destnîşan kir ku ti cihê pêkûtiyên ku li dijî wan tê kirin di hiqûqê de nîne û wiha axivî: "Ji ber ku ti caran nedîtibû biryara binçavkirinan li 5 bajaran di heman demê de ji aliyê dozgeran ve bê dayîn. Em bi revandina parlamenteran û dîlgirtina wan li vir dibînin. Pêvajo hê temam nebûbû, çapemeniya alîgir nûçeyên ku parlamenterên me hatine girtin derbas bû. Ev tê çi wateyê; nîşanî me da ku daraz bi temamî ji holê rabûye, bi birayên Qesrê yên otorîter ve tevdigere."
Demîrel got ku li Tirkiyeyê daraz tenê fermanên ku desthilatdarîa AKP-Qesrê dide pêk tîne, têkîldarî operasyona ku îro serê sibehê hin şewirmendên hin parlamenterên wan jî nirxandin kir.
Demîrel wiha axivî: "Îro li hemberî hin şewirmendên HDP'ê operasyon pêk hat. Binçavkirina hevalên me yên şewirmend xeleka dawî ya girtina post-modern a HDP'ê ye. Em bi feraseta ku hewl dide koma HDP'ê tîne rewşekî nikare xebatên xwe bide meşandin hevrû bûne".
Demîrel hin hetîketiyên têkîldarî operasyonê jî parve kir.
BAL KIŞAND LI SER OPERASYONA TÊGEHÊ
Demîrel wiha berdewam kir: "Ji bo hin hevalên me yên şewirmend tê gotin ku nameyên rêxistinê yên ji girtîgehê hene. Hê darazê dest bi karê xwe nekiriye, lê çapemeniya alîgir vê dizane. Nameya ku ji girtîgehê hatiye eger ku tê gotin belgeya rêxistinê ye, wê demê îdareya girtîgehê sûc dike. Şewirmendê parlamenterê me Mîthat Sancar, hevalê me Metîn K. wekî ku li mala wî gule heye nîşan didin. Ew bixwe şewirmendê Sancar e û parazvanê wî ye, ev gule ya çeka Sancar a bi ruhsat e. Em van dîlgirtinan careke din şermezar dikin û dixwazin hemû hevalên me bên berdan".
Demîrel li ser pirsa rojnamegeran jî wiha got: "Tifaqa MHP û AKP'ê li holê ye. Bi partiya biçûk a MHP’ê re hin peymanan dikin. Ez dixwazim bibêjim ku wê neyê qebûlkirin."