Çalakiyên li dijî AKP/Qesrê dewam dikin
Çalakiyên protestoyî yên li dijî darbeya AKP/Qesrê ya li hemberî HDP'ê, dewam dikin.
Çalakiyên protestoyî yên li dijî darbeya AKP/Qesrê ya li hemberî HDP'ê, dewam dikin.
Çalakiyên protestoyî yên li dijî darbeya AKP/Qesrê ya li hemberî HDP'ê, dewam dikin.
ZURÎCH: Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, girtina parlamenterên HDP'ê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Bêrîtan ve hate şermezarkirin. Di çalakiya li Bahnhofstrasse de pankarta bi nivîsa "Dîktator Erdogan" hat hildan. Li ser navê Meclîsa Jinê daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin, li dijî sîstema faşîst ew ê qadan neterikînin.
SOLOTHÛRN: Kurdistanî û dostên wan li Kreûzackerplatz a li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê li hev civiyan û tevî rêxistinên çep, demokrat û anarşîstên Swîsreyî meşiyan. Girseya gel piştî meşê careke din li vê meydanê vegeriya û bi mîtîngekê girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê şermezar kirin. Çalakgeran bang kirin ku bi ruhê 7'ê Hezîranê li dijî polîtîkayên AKP'ê têbikoşin.
BERN: Li bajarê Bern ê Swîsreyê, Kurdistanî û dostên wan ên li Weîsenhoûsplatzê li hev civiyan, zext û zordariya AKP û çeteyên qesrê şermezar kirin. Piştî xwendina belavokê, nûnerê DEM-KURD, PYD û parlamenterê berê yê HDP'ê Demîr Çelîk axivîn. Qisekeran gotin, heta encamgirtinê ew ê çalakiyên xwe bênavber bidomînin.
BASEL: Girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê û hevşaredarên DBP'yî, li bajarê Basel ê Swîsreyê hate şermerzarkirin. Çalakî li Stasyona Navendî ya Baselê pêk hat û nûnerên Meclîsa Jinê ya Ronahî ya Baselê, MLKP, HDK, TEV-ÇAND û hêzên demokrat tevlî bûn.
ST. GALLEN: Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê, li ser banga DEM-KURD'ê ji Parka St. Leonard meşekê dest pê kir. Di dema meşê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Her wiha Însiyatîfek ji rêxistinên civakî yên sivîl ên Swîsreyî, ji bo hemû têkiliyên siyasî û aborî bi Tirkiyeyê re werin birîn, kampanya îmzeyan da destpêkirin.
EDÎNBÛRG: Girtina HDP'yiyan li paytexta Skoçya Edînbûrgê hat şermezarkirin. Girseya gel a li ber Parlamenta Skoçyayê li hev civiya, dirûşmên "Em ê rê nede faşîzma AKP'ê", "Dîktator Erdogan", "Em hemû HDP'yî ne", "Kujer AKP" qîriya. Nûnerên saziyên Kurd û Skoçyayê li vir axivîn û xwestin parlamenterên girtî derhal bên berdan. Ji bo çalakiya roja Şemiyê jî banga tevlîbûnê hat kirin.
HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê çalakiyek destekkirina HDP'ê hat lidarxistin û nivîskar Anja Flach û Parlamenterê Partiya Çep ê Hambûrgê Martîn Dolzer axivîn. Flach ji hikûmeta Elmanya xwest, têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re qut bike û hemû girtiyên ji ber doza PKK'ê li Elmanyayê tên darizandin serbest berde, qedexeya li ser PK'ê jî rake. Parlamenter Dolzer jî bibîr xist ku 92 ji 120 parlamenterên Parlamenta Eyaleta Hambûrgê deklarasyoneke hevpar îmze kirine û bi vî rengî piştgirî dane parlamenterên HDP'ê yên hatien girtin.
SAARBRUCKEN: Li pêşiya Parlamenta Eyaletê ya li Saarbruckenê jî çalakiya protestoyî hate lidarxistin. Di dema çalakiyê de bi Cîgirê Serokê Koma Partiya Çep Prof. Dr. Heînz Bîerbaû re hevdîtinek hat kirin û dosya radestî rayedarê parlamentê hat kirin. Li aliyê din wê li Saabruckenê ji roja Duşemê heta Înê her roj saet di navbera 17:00-19:00 de konê agahdarkirinê bê vedan û banga tevlîbûnê hat kirin.
BOCHÛM: Kurdistaniyên li bajarê Bochûm ê Elmanyayê dijîn, li dijî êrîşên qirkirina siyasî meşiyan û mîtîngek lidar xistin. Di mîtînga pêşiya avahiya Bochûmê de axaftin hat kirin û lenet li pêla girtin û zordariya li Tirkiyeyê hat anî. Ji bo çalakiya 12'ê Mijdarê ya li Kolnê jî banga tevlîbûnê hat kirin.
CELLE: Li bajarê Celle yê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd meşek lidar xist. Kurdistanî û dostên wan ên li Hannover, Peîne û Nîenbûrgê tevlî çalakiyê bûn. Bi hezaran kes, saet di 16:00 de li ber avahiya Şaredariya Celleyê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Di meşê de pankartên li ser siyasetmedarên Kurd ên girtî, alên HDP'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ, TJK-E hatin hildan. Di meşê de belavok hatin belavkirin û xwendin. Bi qasî 3 hezar kesên beşdarî meşê bûn, piştre mîtîngek lidar xistin. Nûnerê NAV-DEM'ê li vir axivî û diyar kir Erdogan dîktatoreke, DAIŞ'ê xwedî dike, perwerde dike, bi çek dike û pê êrîşî Kurdan dike.
FLORANSA: Li bajarê Floransa yê Îtalyayê, Kurdan û welatiyên Îtalyayê çalakiyek bi hev re lidarxisitn û darbeya AKP/Qesrê şermezar kirin. Heyetek ji Heyva Sor a Kurd, Komeleya Çanda Kurd û dayikên şehîdan bi Serokê Komîsyona Siyasî ya Ewropa û Konseya Kar a Toscana Tommaso Fattorî re rûnişt. Di hevdîtinê de hat ragihandin, ku divê Ewropa li pêşberî neheqiya li Kurdan tê kirin, bêdeng nemîne. Fattorî jî da xuyakirin, ku haya wan ji vê rewşa cidî heye û ev cihê şermê ye.
VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, çalakiyên "Dest nede vîna min" ji aliyê jinên demokrat ve dewr hat girtin. Di vê çarçoveyê de li Schwedenplatz a bajêr standa agahdarkirinê hat vekirin û mîtîng hate lidarxistin. Sibe jî wê TEV-ÇAND Viyana li meydana Mûseûm Qûartîer çalakiyeke hunerî saet di navbera 19:00-21:00 de pêk bîne.
EVRY: Li bajarê Evry ê Fransayê, endamên Meclîsa Ciwanan a Zinar Raperîn meşeke bi meşaleyan lidar xistin. Ciwanên Kurd ji pêşiya şaredariya Corbeîllesê heta garê rê li trafîkê girtin û li garê çalakiya rûniştinê pêk anîn