Di 7'ê Mijdarê de hêzên dewleta Tirk li Bûrsayê avêtibûn ser malên rêveberên HDP, DBP û ESP'ê û 29 kes binçav kiribûn. Ji van binçavkiriyan 15 kes duh sewqî edliyeyê hatin kirin û 15 kes hatin girtin.
Endamên HDP'ê Sîlber Ak, Ramazan Koçtaş, Cuneyt Çitanak, Mesût Karataş, Ercan Gokçe, Halît Bozbey, Fadîme Çaglayan, Bulent Aslan, Abdulhadî Babûrhan, Tûrgût Bîngolbali û Îshak Tekîn ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nadiye Gurbuz û Serokê ESP'ê yê bajêr Bîrol Goçmen jî di nava girtiyan de hene. Her wiha rêveberên bajêr Riza Çîmen û rêveberê HDP'ê yê Osmangazî Ûfûk Kose hatin girtin.