Doza Nîhat Kazanhan dewam dike

Doza zarokê 12 salî Nihat Kazanhan ê dema li Cizîrê dilîst hat kuştin, li 1. Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê didome.

Rûniştina doza zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan dema li kolanên Cizîrê li gel hevalê xwe dilîst ji aliyê polîsan ve hat kuştin li 1. Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê didome. Di rûniştina dozê de parêzer ji Şirnex, Amed, Enqere, Manisa û Stenbolê hatin û li salona dadgehê amade bûn. Malbata Kazanhan jî amade bûn. Li ser navê malbatê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, ji heyeta dadgehê xwest ku êdî hiş û aqilê ku "Peyvirdarê cemaweriyê dikarin her sûcî bikin" ji mejiyê xwe paqij bikin û biryarek dîrokî bidin. Serokê Baroya Şirnexê Nuşirevan Elçî jî anî ziman ku Kazanhan piştî birîndar kirin nebirin nexweşxaneyê û ev jî nîşan dide ku Kazanhan bi zanebûn hatiye kuştin. Nûnerê Baroya Enqereyê Hasan Erdogan jî bal kişand ser kuştina Tahîr Elçî, Ugur Kaymaz û Cemîle Cagirga û wiha got: "Em biryarek adîl dixwazin." 

Nûnerê Baroya Stenbolê Ayşenur Demîrkale jî anî ziman ku lêpirsîn bi kêmanî tê meşandin û got: "Dewlet xwedî erk ku mafê jiyanê biparêze." 

Prz. Gazal Bayram jî anî ziman ku Nihat Kazanhan hêj zarok bû û wiha got: "Kesê ku hat kuştin zarokê ku di bin erka parastinê ya dewletê de bû" 

JI BO POLÎS CEZAYÊ MUEBBETÊ TÊ XWESTIN

Di îdîanameyê de ji bo polîsê kujer Mehmet Nurbaki Goçmez bi sucdariya "bi zanebûn kuştiye" cezayê muebbetê dixwaze. 

Ji Alîgirê Komîser ê serbest tê darizandin U.İ û polîsên tevgera taybet Hayri Vural, O.Ç, û G.T. jî bi sucdariya "Sûcê hatiye kirin ji kesên eleqeder re ranegihandiye" di navbera 6 meh û 2 salan de cezayê hepsê tê xwestin.