Rûniştina doza komkujiya Enqereyê ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Gara Enqereyê pêk hat û 101 parazvanên aştiyê jiyana xwe ji dest dan di roja 5'an de li Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam dike. Di rûniştina dozê de 16 jê girtî 36 bersûc tên darizandin. Di rûniştina îro de ewil bersûcê girtî Yakup Yildirim parastin kir. Bersûc Yildirim diyar kir ku ciranê bersûc Hakan Şahin e ji ber cîranên hev in hev nas dikin. Yildirim, di îfadeya dabû polîsan de diyar kiribû ku “Şahîn sempatîzanê DAİŞ'ê ye" Lê vê carê Şahîn parast û anî ziman ku polîsan ew araste kiriye.
YILDIRIM: BIRAYÊ MIN HENEK KIR
Yildirim, têkildarî qeyda telefonê ya ku birayê wî Îshak Yildirim jêre got “Hevalê te Hakan bûyera Enqereyê pêk anî" jî awivî. Yildirim vê carê parast ku birayê wî 'henek' kiriye. Piştî parastinê parêzerên kesên hatin kuştin ji bersûc Yakup Yildirim pirs pirsîn.
1292 HEVDÎTIN!
“Li gorî daneyan tu 1292 caran bi Hakan Şahîn re axiviye. Tu dibêje 'Ji ber dergîstiya min ez bi keder im' Lê di hevditinê de axaftina de ya bi dergîstiyê re tune ye. Lê tu bi Hakan re 1292 caran axiviye. Sedema wê çiye?" Yildirim, “Ez bi keder im. Wisa em di axivîn. Tu li kuye, tu çi dike, em hev bibînin. Hakan bahsa cîhadê dikir. Car caran pestê DAIŞ'ê dida.
TELEFONA WÎ LI SER NAVÊ 'JANE ANUSİLİ' QEYDKIRI YE
Parêzer got "Telefona Yildirim bikar tîne li ser navê “Jane Anusili” qeyd kirye". Yildirim, bersîva “Erê ew nûmaraya te da min bikar anî. Min nizanibû li ser navê Jane Anusili qeyd kiriye" û parastina xwe kir."
Parêzer da zanîn ku Îshak Yildirim di îfadeya xwe de got ‘Hakan Şahin xwest ez beşdarî DAIŞ'ê bibim. Min jî red kir." pirsî. Lê Yildirim da zanîn ku ew nizane çima birayê wî pirsek wisa jê kiriye. Parêzer pirsa ku Yildirim di hesabê Facebooka xwe de ala DAİŞ'ê parve kiriye jî Yildirim pirsî. Lê Yildirim, parast ku wî nezaniye û ev al parve kiriye.
ALPFÎDAN: EZ DIXWAZIM BI AXIVIM
Piştî Yildirim Suphi Alpfidan, mafê axaftinê girt u diyar kir ku ew dixwaze biaxive. Alpfidan, anî ziman ku tiştê ew dizane wê bêje lê divê ewlehiya malbata wî bê girtin. Parêzera kuştiyan Yildız Îmrek jî diyar kir ku tê dêkildarî rêxistinbûna DAIŞ'ê ya Dîlokê bi axive û ji ber vê yekê divê ewlehiya wî û malbata wî bê stendin. Parêzerê Alpfidan Sami Kaplan jî anî ziman ku tiştek ji polîs û dozger re negatiye ew jî nizane wê çi bêje.
Piştî ku Alpfidan xwest bi axive heyeta dadgehê navber da.
MAFÊ AXAFTINÊ PAŞVE KIŞAND
Bersûc Alpfidan piştî navberê li ser pirsa "Tiştê tu zane tuyê bîne ziman? got ez neaxivim. Li ser vê yeke heyeta dadgehê hin pirs ji Alpfidan pirsîn. Alpfidan, bersîv da got: “Piştî bûyeran kesek hat cem min. Min Halil İbrahim Durgun li cem wî dîtibû. Got ez bi kesên eleqeder re axivîm û hat kirin. Min agahî da Emniyetê. Îstîxbarat hat hemû hatin girtin. Min nûmareyê telefonên wan girt. Hemû hatin girtin. Niha li dîlokê girtî ne. Ez bi Midûrê TEM'ê Bestami Bey re axivîm. Min nizanebû berî bûyera Enqereyê tiliya vî mirovî di vê bûyere de heye. Min piştî teqîna li dijî Miduriyeta Polîsan a Dîlokê fam kir. Parêzer Tugay Beg jî anî ziman ku pişt perdê jî heye wiha got: "Ji niha û şûnde dewlet wê ewlehiya te û malpara te biparêze." Alpfidan, anî ziman ku ew ji rêxistinê ditirse.
YILDIRIM HAT GIRTIN
Parêzer Ozcan Karakoç jî xwest Yakup Yildirim ê serbest tê darizandin bê girtin Dozger jî heman daxwaz anî ziman. Heyeta dadgehê piştre der barê Yildirim’ de biryara girtinê da.
Doz didome.