Li Swêdê çalakiyên ji bo HDP'ê dewam dikin

Girtina parlamenterên HDP'ê ku hevserokên giştî jî di nav de ne, ji 4'ê Mijdarê û vir ve li Swêdê bi xwepêşandanan bi rengekî bênavber tê şermezarkirin.

Kurdistanî û dostên wan duh jî li paytext Stockholm û bajarên Soderhamn, Gavle daketin qadan û darbeya AKP/Qesrê şermezar kirin. Di çalakiyan de hat xwestin, parlamenterên HDP'ê, hevşaredar, rojnamevan û nivîskarên hatine girtin bên berdan. Qisekeran bang li Swêd û Yekîtiya Ewropayê kirin, ku danekirinan li ser Erdogan û hikûmeta AKP'ê ferz bikin.

STOCKHOLM

Li ser banga 'Platforma Demokrasiyê ya li dijî faşîzmê' ku ji dehan rêxistinên civakî yên sivîl pêk tê, Kurd, Tirk, Asûrî-Suryanî, Elewî duh êvarê li meydana Sergel a Stockholmê li hev civiyan û bi meşaleyan xwepêşandanek pêk anîn.

Xwepêşandêran wêneyên 9 parlameteran, nivîskar Asli Erdogan û rojnamevanên girtî hildan û li dijî darbeya AKP/Qesrê dirûşme qîriyan.

Li ser navê platformê axaftin hat kirin û hat ragihandin, nabe ew li hemberî darbeya li dijî HDP'ê ku 6 mîlyon deng girtiye, bêdeng bimînin. Hat destnîşankirin, ku heta azadiya parlamenter û hevşaredaran ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Her wiha bang li hemû rêxistinên civakî yên sivîl û parêzvanên mafên mirovan hate kirin ku tevlî xwepêşandana meşaleyî ya li meydana Sergelê bibin, ku îro saet di 16:00 de pêk tê.

GAVLE

Komuna Jinê ya Warşîn, ji bo şermezarkirina girtina Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û 8 parlamenterên HDP'ê, li bajarê Gavle xwepêşandanek lidar xist.

Girseya gel saet di 16:00 de li meydana Sodermalmê li hev civiya bi meşaleyan ber bi medyana Stortorgetê meşiya. Li ser navê Komuna Jinê ya Warşîn Newroz Heval li vir axivî û got, "Encamên di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de derketin holê, guhertina sîstemê li Tirkiyeyê ferz dikir. Dewleta ku ev yek dît, li konsepta berî 80 salan vegeriya." Heval di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir, ku ti hêz nikare wan bisekinîne.

SODERHAMN

Girtina parlamenterên HDP'ê li bajarê Soderhamnê bi xwepêşandanekê hate şermezarkirin. Girseya gel a li meydana Kentê li hev civiya, dîktatoriya Erdogan bi qîrîna dirûşman şermezar kir.

Ji Komuna Jinê ya Warşîn Halîme Aslan li vir axivî û anî ziman, darbe li vîna gelê Kurd hatiye kirin. Aslan destnîşan kir, ku ji xwedîderketina li vîna xwe rewatir tiştek nîne. Aslan got, "Ji ber vê yekê li welêt gelê me, li Ewropayê jî em timî çalakiyan lidar dixin."

...