Şahid Namli: Min lîsteyên kuştinê dît
Di doza JÎTEM'ê de endamê MÎT'ê yê berê Yaman Namli yê wekî "şahid" lê hat guhdarîkirin, di îfadeya xwe de wiha got: "Min bi xwe lîsteyên kuştinê dît, li ser kaxizekê hatibû nivîsandin".
Di doza JÎTEM'ê de endamê MÎT'ê yê berê Yaman Namli yê wekî "şahid" lê hat guhdarîkirin, di îfadeya xwe de wiha got: "Min bi xwe lîsteyên kuştinê dît, li ser kaxizekê hatibû nivîsandin".
Doza JÎTEM'ê ya ku Mehmet Agar û Korkut Eken jî di nav de bersûcên ku ji ber kuştina karsazên Kurd Behçet Canturk, Savaş Buldan, Haci Karay û Adnan Yildirim tên darizandin li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê tê dîtin.
Ji bersûcan Îbrahîm Şahîn, Korkut Eken, Mehmet Agar, Ziya Bandirmalioglu û Ercan Arsoy tevlî dozê bûn.
Ji ber ku li salona dadgehê pirsgirêka SEGBÎS'ê nehat çareserkirin doz li 2'yemîn Dadgeha Cezeya Giran hat dîtin.
Fîkrî Saglar ê ku li bendê bû wekî şahid bê guhdarkirinhincet nîşanda û tevlî dozê nebû. Yaman Yildirim, Ugur DUndar ên ku biryar hatibû dayîn wekî şahid bên guhdarkirin bi SEGBÎS'ê ve îfade dan.
Şirikê endamê MÎT'ê Tarik Umît ê hatibû kuştin, endamê MÎT'ê yê berê Yaman Namli bi SEGBÎS'ê îfade dan.
Yaman Namli yê di îfadeya xwe de got lîsteya kuştinê bixwe dîtiye û wiha axivî: "Min lîsteya kuştinê bixwe dît, li ser kaxizekî hatibû nivîsandin. Sernavekî fermî tunebû yê zerfa ku kiribûn wê demê zerfên ku dewletê bi kar dianî yên 'bi lez û veşarî" li ser nivîsandibû."
Doz berdewam dike.
KÎ TÊN DARIZANDIN
Di çarçoveya dozê de Wezîrê Karên Hundir ê berê û Midûrê Giştî yê Polîsan ê berê Mehmet Agar, Serokê Daîreya Şerê Taybet ê berê Îbrahîm Şahîn, Fermandarê Şerê Taybet ê berê Korkut Eken, polîsên şerê tayet Ayhan Çarkin, Ayhan Akça, Ziya Bandirmalioglu, Ercan Ersoy, Ahmet Demîrel, Ayhan ozkan, Seyfettîn Lap, Enver Ulu, Ugur Şahîn, Alper Tekdemîr, Yusuf Yuksel, Abbas Semîh Suerî, Lokman Kutuk, Mahmut Yildirim, Nurettîn Guven û Muhsîn Korman tên darizandin.
Bersûc ji kuştina, Namik Erdogan, Metîn Vural, Recep Kuzucu, Behçet Canturk, Savaş Buldan, Haci Karay, Adnan Yİldirim, Îsmaîl Karaalîoglu, Yusuf Ekîncî, Omer Lutfî Topal, Hîkmet Babataş, Medet Sehta, Fevzî Aslan, Lazem Esmaeli, Asker Smitko, Tarik Umît, Salîh Aslan, Abdulmecît Baskin û Faîk Candan berpirsyar tên dîtin.