Darbeyek jî li rêxistinên saziyên civakî
Wezareta Karê Hundir ê Tirk xebatên 370 komeleyî rawestand. Di nav wan komeleyan de ku xebatên wan hatine cemidandin gelek saziyên rêxistinên civakî jî hene.
Wezareta Karê Hundir ê Tirk xebatên 370 komeleyî rawestand. Di nav wan komeleyan de ku xebatên wan hatine cemidandin gelek saziyên rêxistinên civakî jî hene.
Wezareta Karê Hundir ragihand ku wan xebatên 370 komeleyî dane rawestandin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Di nav çarçoweya Qanûna Rewşa Awarte, xala 11. bi mebesta parastina ewlekariya giştî, asayîş û pergala cameweriyê, li 39 bajaran 370 komele ku 153 ji van bi FETO, 190 bi PKK/KCK’ê, 19 bi DHKP-C û 8 jê bi DAIŞ’ê re têkildar ji hêla walitiyên me yên têkildar ve hatine girtin.
Lêkolîn û nirxandinên têkildarî van berdewam dikin û têkoşîna me ya bi sazî, pêkhate, kom û sazî û dezgehên bi rêxistinên terorê re bênavber wê bidomin.’’