BI DÎMEN

Çalakî didomin: Têkçûna desthilatdariya we wê bi destê Kurdan be!

Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn, çalakiyên protestoyî yên li dijî êrîşên qirkirina siyasî didomînin. Çalakgeran mesaja "têkçûna desthilatdariya we wê bi destê Kurdan be" dan.

Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn, çalakiyên protestoyî yên li dijî êrîşên qirkirina siyasî didomînin. Çalakgeran mesaja "têkçûna desthilatdariya we wê bi destê Kurdan be" dan.

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, çalakiyên bi şiyara "berxwedana bêsînor a li dijî êrîşên bêsînor" tên lidarxistin dewam dikin. Kurdistanî û dostên wan li Potsdamer Platzê li hev civiyan û mîtîngek lidar xistin. Çalakgeran li vê derê mesaja "Em ê desthilatdarî û qesrên heramiyan hilweşînin. Têkçûna desthilatdariya we wê bi destê Kurdan be" dan. Komîteya Amadekar da xuyakirin, ku çalakiyên wan ên li dijî AKP/Qesrê wê bênavber dewam bikin.

KASSEL: Li bajarê Kassel ê Elmanyayê, stanta agahdarkirinê ya sê rojan, duh êvarê bi meşeke meşaleyî qediya. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bi hezaran belavok li ser operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî Kurdan hatin belavkirin.

ELFURT: Kurdistaniyên li eyaleta Thurîngen a Elmanyayê jî li dijî qirkirina siyasî li kolanan bûn. Standa agahdarkirinê ya li ber avahiya parlamentoya li paytexta eyaletê Erfûrtê hatibû vekirin 3 rojan dewam kir. Kurdistaniyan li vir bi hezaran belavok belav kirin,  dosyayek jî pêşkêşî parlamentoyê kirin. Parlamenterên Dîe Lînke serdana standê kirin û peyamên piştgiriyê dan.

Her wiha  ji bo meşa îro saet 17.00’an li  Erfurt Angarplatzê banga tevlîbûnê hat kirin.

THÛRÎNGEN: Kurdistaniyên li eyaleta Thurîngen a Elmanyayê dijîn, li dijî qirkirina siyasî daketin qadan. Stanta agahdarkirinê ya li ber avahiya parlamenta eyaletê ya li paytext Erfûrtê hat danîn, sê rojan dewam kir. Li vê derê bi hezaran belavok hatin belavkirin û dosyayek radestî rayedarên li parlamentê hat kirin. Parlamenterên Dîe Lînke jî stant ziyaret kirin û dan xuyakirin, ku ew bi Kurdistaniyan re ne. Îro saet di 17:00 de wê li Angarplatz a Erfûrtê meşek were lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin.

KÎEL: Li bajarê Kîel ê Elmanyayê, çalakiyên protestoyî yên li dijî qirkirina siyasî dewam dikin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bahnhofê stant vekir û bi sedan belavok belav kir.

BREMERHAVEN: Li bajarê Bremerhaven ê Elmanyayê, qirkirina siyasî hat şermezarkirin. NAV-DEM, Federasyona Elewiyan û Dîe Lînke piştgirî dan çalakiyê.

TORONTO: Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî çalakî dewam dikin. Kurd û dostên wan li meydana qelebalix Dûndas Sqûare, operasyonên qirkirina siyasî şermezar kirin.

BARCELONA: Li bajarê Barcelona yê Katalonyayê, Kurdan û dostên wan çalakiya protestoyî lidar xistin. Girseya gel bi pêşengiya Platforma Azadî li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiya. Sendîkaya CGT jî destek da çalakiyê.

BUKREŞ: Kurdistaniyên li paytexta Romanya Bukreşê dijîn, bi çalakiyekê zextên li HDP'ê tên kirin, şermezar kirin.

DRESDEN: Li bajarê Dresden ê Elmanyayê jî Meclîsa Jinê ya Uta û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakiya kon a ku li Albertplatzê dabû destpêkirin heta 18’ê Mijdarê dirêj kir.

WIESBADEN: Li bajarê Wiesbadan ê Elmanyayê jî operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî gelê Kurd hat protestokirin. Çalakgeran banga berxwedanê li her kesî kirin.

MARSILYA: Li navçeya Marîgnan a bajarê Marsilya ya Fransayê jî Meclîsa Gel çalakiya bêitiatiya sivîl li dar xist. Di çalakiyê de ku li ber avahiya şaredariyê hat lidarxistin, gelek belavokên li dijî faşîzma AKP’ê hatin belavkirin.

Di çalakiyê de Azad Şirnexî axivî, li dijî faşîzma AKP’ê banga berxwedanê li her kesî kir û got; “Gelê Kurd wê bersiva pêwîst bide van êrîşan.”

Di çalakiyê de hat diyarkirin ku pêwîst e dewletên Ewropa û cîhanê jî li dijî AKP’ê xwedî helwest bin.