Ji bo Zehra Eplî mewlûd hat dayîn
Ji bo Zehra Eplî ya li Girtîgeha Gebzeyê agir berdabû bedena xwe li Tarsûsê mewlûd hat dayîn.
Ji bo Zehra Eplî ya li Girtîgeha Gebzeyê agir berdabû bedena xwe li Tarsûsê mewlûd hat dayîn.
Li navçeya Tarsûsê ya Mersînê, ji bo Zehra Eplî (Serhildan/Zeynep Garzan) ya li Girtîgeha Gebzeyê ji bo ku polîtîkayên hikûmeta Tirk ên înkar û îmhayê şermezar bike agir berdabû bedana xwe mewlûd hat dayîn. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek, hevserokên HDP'ê û DBP'ê yên Mersînê, endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Gulum Bayram, Hevşaredarê Akdenîzê Fazil turk, rêveberên MEYA-DER'ê û gelek kes beşdarî mewlûda li taxa Fahrettîn Paşa hat dayîn bûn.
'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek li mewlûdê axivî û diyar kir ku Zehra Eplî li hemberî êrîşên li dijî gelê kurd agir berdaye bedena xwe û wiha got: "Peyama hevala me Zehra serî netewandin e. Divê em jî vê peyamê bi cih bînin. Hevala me Zehra hevrêya Sema, Arîn, Mehmet Tunçan e. Bila serê gelê me sax be".