Xerîb: Ku berxwedana HDP’ê bi ser bikeve wê pêşî li dîktatoriyê were girtin

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Xerîb diyar kir, AKP’ê di şexsê HDP’ê de êrîşî demokrasî û azadiyê dike û got, ev jî pirgirêka her kesî ye û divê têkoşîn were xurtkirin.

Endamê Serokatiya Giştî ya Konseya KCK’ê Diyar Xerîb tevlî bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV’yê bû û têkildarî girtina hevserok û wekîlên HDP’ê nirxandin kirin.

Xerîb got, ‘’Erdogan û hikûmeta AKP’ê dixwazin dewleteke yek rengî ava bikin û dixwazin deweleta ku ava bikin xweyî pergaleke yek mirovî û yek partiyî be’’

‘’AKP DIXWAZE HER KES BIBE ÇÛK’

Xerîb bal kişande ser pêdiviyên demê û wiha got:

‘’Em ketine serdemeke wiha ku êdî ti wateya gotinên nemaye û divê li dij Erdogan û AKP’ê têkoşîn were dayin. Em weke tevger ji salekê zêdetir e ku me ev tespît kiriye û li dijî hikûmeta AKP’ê têdikoşin. Lê li hundir û li derveyî Tirkiyê, saziyên Kurd û yên ku xwe wekî demokrat bi nav dikin, hê hay ji  vê rewşê nîn in. Nû nû watedar dikin. Mînak CHP bi çavê demokratên sosyal li xwe dinere lê hê nû lêpirsînê dike.

Erdogan û hikûmeta AKP’ê dixwazin deweletek yek rengî ava bikin. Dewleta ku ew dixwazin ava bikin dixwazin xweyî pergaleke yek mirovî û yke partiyî be. Çawa ku di Rejîma Baas a berê ya Iraqê de dema ku Seddam diaxivî her kesî dipejirand û dema ku bêdeng dime her kes bêdeng dima, niha Erdogan û hikûmeta AKP’ê jî dixwazin sîstemeke bi vî rengî damezirînin. Dema ku tiştên ku Erdogan qebûl dike her kes qebûl bike û dema ku red dike her kes red bike wê demê AKP’ê çi dike divê rast be! Yên li dijî vê yan wê tine bibin yan jî li gorî hikûmeta AKP’ê wê rewşa xwe diyar bikin. Sîstema ku Erdogan dixwaze pêk bîne ev e. HDP weke hêzeke demokratîk li dijî vê rewşê li ber xwe dide. Lê AKP vê berxwedanê qebûl nake. Dinya baş bi vê rastiyê dizane.’’

Xerîb têkildarî girtina hevserok û wekîlên HDP’ê jî got:

‘’Hevserok û wekîlên HDP’ê ew kes in ku herî pir têkoşîna aştiyê didin û li Tirkiyê li dijî zilm û zordariyê, çewisandinê radiwestin. Tekana sedema girtina wan ew e ku ne li aliyê AKP’ê ne. Çawa dema ku çûkek dixwîne yên din jî li pey dixwînin hikûmeta AKP’ê jî tam tiştekî wiha dixwaze. HDP vê nake. HDP ji ya qenc re qenc û ji ya neqenc re jî neqenc dibêje û rexne dike. Lê xirûra Erdogan û AKP’ê vê ranagire. Ji bo vê jî êrîşê dibe ser wan.

‘KU BI SER BIKEVE WÊ BERÊ XWE BIDE CHP’Ê Û HEMÛ SAZIYÊN DIN’

Ev êrîş, êrîşa bi ser vîna siyasî û demokratîk e. Ne tenê êrîşa li ser Bakurê Kurdistanê ye lê her wiha êrîşa li ser Tirkiyê ye jî. Heke AKP’ê di van êrîşên bi ser HDP’ê de bi ser bikeve wê berê xwe bide CHP’ê jî. Piştre jî wê bixwaze li Tirkiyê hemû avaniya demokratîk, siyasî tine bike. Jixwe niha jî kontrol kiriye û gelek sazî bi dest xistine. Lê dîsa jî tişta ku dixwaze bike bi temamî pêk neaniye. Ji ber ku Erdogan hemû êrîşên xwe yên heta niha bi zor û hêzê pêk aniye. Ji bo vê jî dixwaze êrîşên xwe bi yasayan rewa bike. Her kes baş pê dizane ku Erdogan ne weke serokkomar lê weke siltanekî tevdigere. Ji Siltan Mehmûd zêdetir desthilatdariyê û kotekiyê bi kar tîne. Niha jî dixwaze vê bi rêyên yasayî, qanûnan rewa bike. Li dijî vê HDP asteng e. CHP û hêzên din yên demokrasîxwaz jî li dij vê ne. Bi ser de di nav AKP’ê û partiyên din de jî hin ji HDP’ê hêz û moralê distînin.’’

‘DÎKTATORÎ BI TÊKOŞÎNÊ DIKARE WERE RAWESTANDIN’

Diyar Xerîb li ser wateya berxwedana HDP’ê û hêzên din ên demokratîk sekinî û got:

‘’Heke berxwedana HDP’ê bi ser bikeve ev tê wê wateyê ku projeyên Erdogan û AKP’ê li ber avê diçin. Ji bo vê jî tê wê wateyê ku daxwazên xwe wê nikaribin zagonî bikin. Ji bo vê jî êrîş dibine ser HDP’ê û dixwazin vînê bişikînin. Bi êrîşbirina ser vîna HDP’ê dixwazin vîna partiyên din jî radest bigirin.

Niha hin kes dibêjin tiştên ku AKP dike li dijî qanûnan e. Tişta ku AKP di şexsê HDP’ê de dixwaze partiyên din jî û vîna wan jî bi dest bixwe ew e ku dixwaze neqanûniyên xwe bide pejirandin. Bêhuman bi giştî Tevgera Azadiya Kurd, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê HDP, DPB, Tevgera Jinê û saziyên demokratîk ên din li pêş van projeyên AKP’ê asteng in. Qeneta me û baweriya me heye. Çawa ku berê me li ber xwe dida û niha em li ber xwe didin, niha jî em ê berxwedanê geş bikin. Ya girîng ew e ku hemû partiyên demokratîk, sendîka û rêxistin ên ku baweriya wan bi demokrasiyê heye têbikoşin. Ev êrîş ne tenê êrîşa bi ser HDP, DBP’ê de ye. Pirsgirêka demokrasî û azadiyê ye. Li ser vê zemînê em çi qasî bikaribin têkoşîna xwe geş bikin ew qasî em dikarin pêşî li dîktatorî û siltaniyê bigirin û Tirkiyê demokratîk bikin.’’