Li Edeneyê 100 kes hatin binçavkirin, 32 jê zarok in
ÎHD Şaxê Edeneyê civîneke çapemeniyê lidar xist û ragihand, 100 kes li bajêr hatine binçavkirin ku 32 ji van zarok in. ÎHD'ê xwest, binçavkirî derhal bên berdan.
ÎHD Şaxê Edeneyê civîneke çapemeniyê lidar xist û ragihand, 100 kes li bajêr hatine binçavkirin ku 32 ji van zarok in. ÎHD'ê xwest, binçavkirî derhal bên berdan.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Edeneyê, ji bo balê bikişîne ser pêla binçavkirinê ya rojên dawî civîneke çapemeniyê li avahiya xwe lidar xist. Serokê ÎHD'ê yê Edeneyê Îhlan Ongor li vir peyivî û diyar kir, piştî ku Hevserokên HDP'ê hatin girtin li Edeneyê operasyonên qirkirina siyasî dest pê kirine.
Ongor da zanîn, li bajêr 100 kes hatine binçavkirin, ku rêveberên HDP'ê jî di nav de hene. Hat ragihandin 32 ji binçavkiriyan zarok in. Ongor da xuaykirin, ku ew nizanin bê binçavkirî bi çi tên sûcdarkirin.
Ongor anî ziman, ku weke parêzvanê mafên mirovan ew dixwazin ev pêkanînên antî demokratîk biqedin kesên bi neheqî hatine binçavkirin û siyasetmedarên hatine girtin werin berdan."