Şêwirmendên koma HDP'ê hatin binçavkirin

Şêwirmendên Koma Meclîsê ya HDP'ê, ku piştî girtina parlamenterên HDP'ê bi biryarnameya rewşa awarte ji kar hatin avêtin, danê vê sibehê hatin binçavkirin.

Polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser malên Şêwirmendên Koma Meclîsê ya HDP'ê.

Polîsên Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê, ku lîsteyeke kesên bên binçavkirinê pê re hebûn, avêtin ser mala Şêwrimendê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag Olcay Çelîk.

Di nava kesên hatine binçavkirin de Olcay Çelîk, Mûrat Gokdag û Mûhammed Kaya hene.

PARÇEYEK JI HEWLDANA GIRTINA PARTIYÊ YE

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û got, "Operasyona binçavkirinê ya li dijî şêwirmendên parlamenteran, ku mafê wan ê destnedanê nîne û helwesteke neçûna îfadeyê nîşan nedane, parçeyek ji hewldaneke postmodern a girtina partiyê ye."