BI DÎMEN

Polîs xwest ciwanên hatin binçavkirin bide lînçkirin

Li Îzmîrê 9 ciwanên ku piştî daxuyaniya çapemeniyê ya şermezarkirina OHAL'ê hatin binçavkirin, bi dîmenan derket holê ku polîsan bi gotina "Gelê Îzmîrê PKK'ê bibînin PKK'ê. Terorîst çalakiyên neqanûnî li dar dixin" xwestiye bide lînçkirin.

Li navçeya Alsancakê ya Îzmîrê di 5'ê mijdarê de li cadeya Kibris Şehîtlerî 9 endamên Dev-Guç û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên xwestin pêkanînê AKP'ê yên nehiqûqî û rêveberiya awarte şermezar bikin, hatin binçavkirin.  Ciwanên ku  dema hatin binçavkirin ji bo faşîstan hedef hatine nîşandan.  

'ALÎKARIYÊ BIDIN POLÎSAN'

Di dîmenê ku ji aliyê gel ve hatine kişandan de dema ku ciwan daxuyaniyê didin û belav dibin rastî êrîşa polîsan tên û di navbera polîs û ciwanan de rageşî çêdibe.  Polîs ciwanên ku li ber xwe didin, hedef didin nîşandan û gotina "Gelê Îzmîrê PKK'ê bibînin PKK'ê. Terorîst çalakiyên neqanûnî li dar dixin. Alîkariyê bidin polîsan. PKK'î çalakiyê li dar dixin" gel li dijî ciwanan texrîk dikin.  Ev di dîmenan de tê dîtin.

BI DERBKIRINÊ HATIN BINÇAVKIRIN

Polîsên ku bi derbkirinê ciwanan bin çav dike li aliyê din jî gaza îsotê li rûyenên ciwanan dike. Ciwanên ku bi zorê li wesayîta "doblo" tên siwarkirin rastî êrîşa komek faşîst jî tên. 

YÊ KU NERAZÎBÛN NÎŞAN DA JÎ HAT BINÇAVKIRIN

Ciwanê bi navê R.K. ê ku ligel ku beşdarî daxuyaniyê nebû lê li hemberî pêkanînên li dijî ciwanan nerazîbûn nîşan da jî hate  binçavkirin. R.K. diyar kir ku piştî ku çalakî bi dawî bû li cadeyê hin kesan li hemberî derbkirina ciwanan nerazîbûn nîşan dan û li ser vê yekê koma faşîst bi gotina "Ev der Tirkiyeyê bicehnimin" êrîşî ciwanan kirine. R.K. anî ziman ku ciwanan gotine wê mafên xwe yê demokratîk bi kar bînin û piştre belav bibin lê polîsan êrîş êrîşî ciwanan kiriye, ji ber ku wî jî li hemberî pêkanînên polîsan nerazîbûn nîşan daye ew jî hatiye binçavkirin. 

ÊRÎŞÊ LI QEREQOLÊ JÎ BERDEWAM KIR

R.K. got ku wesayîta ku ew siwar kirine li cihekû hatiye rawestandin û polîsan li vir jî xwestina wan bide lînçkirin û wiha berdewam kir: "Gotin em van bidin mirovan bila bikujin û bi vî rengî xwestin careke din me bidin lînçkirin. Dema ku em birin Qereqola Lîmanê dîsa êrîşên wan berdewam kir. Ji bo em hinekî hewa bigirin derxistin derve, careke dîn li vî jî êrîş kirin û em xistin hundir. Bi zorê li odeyekî xwestin li ser me bigerin. Di vê navberê de em li erdê dirêj kirin û bi pehînan ve li me xistin."

GILÎ KIRIN

Ciwanêh ku hatin binçavkirin de bi hinceta li dijî "Qanûna Meş, Xwepêşandan û Civînan a Hejmar 2911 muxalefet kirine"  û ligel ku delîl jî tuneye bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" "propagandaya rêxistinê kirine" tên sûcdarkirin. Hate hînbûn ku ciwanên ku bi şerta kontrola edlî hatin berdan wê der barê polîsan de gilî bikin. 

Li aliyê din yek ji ciwanên ku hate binçavkirin ligel ku der barê wî de biryarekî hatiye erêkirin tuneye jî bi hinceta "Endamê rêxistinê ye" ji wargeha xwendekaran hate avêtin.