7 partiyên li Swêdê ji bo berdana HDP'iyan bang kirin

Koma Mafên Mirovan a ji parlamenterên 7 partiyên siyasî yên li Parlamenta Swêdê pêk tê, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û zextên li HDP'ê hatin şermezarkirin.

Koma Mafên Mirovan diyar kir, hikûmeta Tirk bi bahaneya darbeya 15'ê Tîrmehê li dijî civaka sivîl, dewleta hiqûqê û mafên mirovan ketiye nava êrîşê û ragihand, karmendên dewletê, mamoste û rojnamevan bi rengekî komî hatine girtin û ji kar hatine avêtin.

Koma Mafên Mirovan da zanîn, ku êrîş herî dawî li dijî sêyemîn partiya mezintirîn a parlamentê li dijî HDP'ê hatiye kirin û Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 10 parlamenter hatine girtin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Weke parlamenterên Parlamenta Swêdê em dixwazin hempîşeyên me yên HDP'yî derhal bên berdan û li wezîfeya xwe vegerin. Girtina siyasetmedarên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, li dijî vîna gel û peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ne."

Koma Mafên Mirovan destnîşan kir, ku ew bi fikar in ji ber ku dewlet bi binpêkirina mafên mirovan xwe xurt dike û ji rêveberiya Tirkiyeyê xwest ku hurmetê nîşanî peymanên mafên mirovan bide û demokrasî û parlamentarîzmê xurt bike.

Koma Mafên Mirovan bang li hikûmeta Swêdê jî kir, ku ji bo pêkhatina reformên demokratîk û vegera li danûstandinên aştiyê, mijarê bixe rojeva Yekîtiya Ewropayê.

Ji Partiya Karker a Sosyal Demokratan Serkan Kose, ji Partiya Moederat Erîk Bentzboe, ji Partiya Lîberal Marîa Weîmar, ji Partiya Navendê Kerstîn Lûndgren, ji Partiya Çep Lotta Johnsson Fornarve, ji Partiya Demokratên Xiristiyan Sofîa Damm û ji Partiya Keskan a Hawirdorê Annîka Lîllemets mora xwe danîne binê daxuyaniyê.