Kujer mir!

Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka, polîsê faşîst ê bi navê Kadîr Yildirim, ku li Silopiyayê ji bedenên parçe parçekirî yên jinên ciwan re gotibû 'berate' li Stenbolê di çalakiyê de parçe bû û mir.

Hejmara polîsên Tirk ên di çalakiyên bombeyî de li nêzî Vodafone Arena û Parka Maçka yên li navçeya Beşîktaş a Stenbolê mirin, zêde bû. Wezîrê Tenduristiyê yê Tirk Recep Akdag got, "36 polîsên me û 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Ev du roj in bê xew im û weke Wezîrê Edaletê bi vê êrîşê re dibilim." Piştre polîs Tûgay Kizilirmak ê li Şîşliyê di servîsa lezgîn de bû, mir. Bi vî rengî hejmara polîsên mirin bû 37.

Di vê navberê de, medya Tirk 'çîrokên lehengiyê' yên polîsên mirin e li ser zimên her digerîne. Yek ji polîsên ku medya Tirk pesnê wî dide û dinepixîne Kadîr Yildirim e.

Amîrê Emniyetê Kadîr Yildirim, bi Qeymeqamê Dêrikê Mûhammet Fatîh Safîturk ê ji aliyê YPS'ê ve hat kuştin, di sala 2011'an de li navçeya Kibriscik a Bolûyê wezîfe kiribû. Dema qeymeqam Safîturk mir, Yildirim di hesabê xwe yê medya civakî de ev dua kiribû: "Qeymeqamê Dêrikê Mûhammet Fatîh Safîturk qeymeqamekî baş bû ku min pê re di sala 2011'an de li navçeya Kibriscik a Bolûyê wezîfe kir. Înşaleh wê Xwedê şehadetê bike para me jî."

Amîrê Emniyetê Kadîr Yildirim ku berê li Midûriyeta Emniyetê ya Nîgdeyê Alîkarê Komîser bû, bi keça Mûstafa Mavici re zewicî.

Cihê ku Yildirim rûyê xwe bi rengekî vekirî lê nîşan da, navçeya Silopiya ye ku hêzên Tirk komkujî li vir kir û navçe şewitandin. Polîs Yildirim jî wê çaxê li wir bû. Li Silopiya ku cesedê dayika 11 zarokan Taybet Înan 7 rojan li naverastê hate hiştin. Silopiya ku bedenên jinên ciwan hatin parçe parçekirin û bedenên wan hatin teşhîrkirin. Vî polîsî, li vê Silopiyaya ku zilm lê dihat kirin, ev nivîs di hesabê xwe yê medya civakî de parve kiribû: "Her der tijî berate bûye."

Û bi dehan Tirkên ku niha şîna wî girê dane, ev nivîsa wî ecibandibûn.

Duaya Amîrê Emniyetê Kadîr Yildirim li Beşîktaşê di çalakiyê de qebûl bû. Cenazeyê wî anîn ber mala wî ya li Fîkîrtepe ya Kadikoyê. Piştre jî birin Mizgefta Îhsaniye. Dayik Perîhan Yildirim, bav Mûstafa Yildirim û hevjîna wî Gulumser Yildirim li ser giriyan. Cenazeyê Yildirim piştî merasîmê ku Serokwezîr Bînalî Yildirim jî lê amade bû, hat veşartin.

Di çalakiyên bombeyî de ku li Beşîktaşê li dijî hêzên polîsan hate kirin, li gorî hikûmeta Tirk 37 polîs mirin e.