Bîlançoya polîs û leşkerên AKP’ê ya 2016’an: 400 kes hatin înfazkirin

Polîs-leşkerên rejîma AKP/Qesrê 2016’an, li gorî daneyên ÎHD’ê 400 Kurd bi saxî girtin û înfaz kirin.

Polîs-leşkerên rejîma AKP/Qesrê 2016’an, li gorî daneyên ÎHD’ê 400 Kurd bi saxî girtin û înfaz kirin.

ŞIRNEX

4’ê Çila hêzên şer ên Tirk Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar înfaz kirin. Piştre tespît bû ku bi wan re Îslam Atak (20) jî hatiye înfazkirin.

Li kuçeya Bostancî ya Cizîrê, li jêrzemînekê 15 jê birîndar 26 kes Sibatê hatin înfazkirin

WAN

Artemêtê ya Wanê 10’ê Çile bi îdîaya ku şer derketiye 12 endamên HPG’ê hatin înfazkirin. Hate astengkirin ku raporên otopsiyên yên têkildarî komkujiyê werin bidestxistin.

Li Wanê 21’ê Çile bi operasyona tîmên taybet ciwanê bi navê Nadir Tezgel hate înfazkirin.

Li taxa Xaçortê ya Îpekyolu a Wanê li kuçeya Surmelî 10’ê Tîrmehê Zîlan Kurt hate înfazkirin.

Li Wan û navçeyên wê di navbera 15’ê Îlonê û 30’ê Tebaxa 2016’an de di nav de zarok, jin 34 kes bi guleyên wesayitên zirxî hatin înfazkirin.

Li taxa Seyît Fehîm Avrasî ya Îpekyolu a Wanê 21’ê Îlonê  Zindan Bor û Mehmet Yalçin hatin înfazkirin.

Endamê YPS’ê Rêber Yamaç (Rêber Amed) li Xaçorta Wanê, 6’ê Cotmehê bi birîndarî hate girin û hate înfazkirin.

Li taxa Hacîbekîr a Îpekyolu ya Wanê 18’ê Nîsanê Delîl Akyuz (24) hate înfazkirin.

30’ê Nîsanê li taxa Hacîbekîr a Îpekyolu ya Wanê Mahmut Çar hate înfazkirin.

MÊRDÎN

Li Qoser a Mêrdînê 12’ê Çile li taxa Turgut Ozal tîmên taybet li wesayitekê reaşndin û 4 kes hatin înfazkirin. Yek ji van kesê ku hatî înfazkirin, birayê Aydin Erdem, Cengîz Erdem bû ku rêveberê DBP’ê yê navçeyê bû.

AMED

Li Sûrê ya Amedê 13’ê Adarê 3 ji wan birîndar 7 kes hatin qetilkirin. Dilber Bozkurt ku hatibû kuştin, beriya ku were kuştin navê 5 kesên ku hatin înfazkirin wiha gotibû: Mehmet Abdullah Yalvarmaz, Mahsûn Gurkan, Mazlûm Karakoç, Cuneyt Aydemîş, Eşref Polan.

Li Baxlar a Amedê, li taxa Karanfîlê, 22’yê Mijdarê Sabîha Uçoş (Evîn ) hate înfazkirin.

Li Farqîn a Amedê li qadên Mala Gir û Sêlima, ji 8 kesên ku di encama bombekirinê de jiyana xwe ji dest dayin, hate ragihandin ku 3 ji wan hatine înfazkirin.

MÛŞ

Li Gimgimê ya Mûşê di operasyona leşkerî de, li gundê Badanê 6’ê Nîsanê ji 4 endamên HPG’ê 2 jê sax hatin girtin û hatin înfazkirin.

COLEMERG

Li gundê Dara a Geverê ya Colemergê 10’ê Nîsanê tîmên taybet ên jandarma 13 kes înfaz kirin.

Li Gever a Colmergê 8’ê Cotmehê Aydin Tumen, Serhat Buldan, Nejdet Îşyozu, Rahmî Sefalî hatin înfazkirin.

Li gundê Bêmbo ya Şemzînan a Colemergê 22’yê Gulanê leşkeran Samî Kaplan (28) înfaz kirin.

EDENE

Li taxa Kuçukdikîlî ya Seyhanê ya Edene 18’ê Nîsanê Ferdî Yildirim (25) bi birîndarî hate girin û înfazkirin.

RIHA

Li taxa Cumhuriyetê ya Wêranşar a Rihayê 2 jê jin 4 kes hatin înfazkirin. Yek ji van xwediyê malê Erol Ozgezer bû.