Hevşaredarê Dêrgûlê Mehmet Demîr cardin hat binçavkirin
Hevşaredarê Dêrgûlê Mehmet Demîr, dîsa di serdegirtinên malan de hat binçavkirin.
Hevşaredarê Dêrgûlê Mehmet Demîr, dîsa di serdegirtinên malan de hat binçavkirin.
Li bajaroka Dêrgul a Şirnexê leşkeran disa bi ser mala Hevşaredar Mehmet Demîr de girt. Piştî lêgerîna li malê, Demîr ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Hate diyarkirin ku Demîr li ser nerazîbûna dozgeriyê hatiye binçavkirin û têpayîn ku di saetên pêş de Demîr sewqî dozgeriyê bike.
Roja berê jî, Hevşaredar Ozlem Kûtlû jî bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser tora civakî hatibû girtin.