DYA: Plankarên qetlîama Parîsê ya 2015’an li Reqayê hatin kuştin

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê de hat ragihandin ku dema bombekirina di çarçoveya Operasyona Reqayê de 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin ku van qetlîama li paytexta Fransa Parîsê plan kiribûn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de ku ji hêla Pentagonê hat dayîn, hat gotin ku operasyona bi navê Xezeba Firatê ya ku şervanên QSD’ê dane destpêkirin didome û 4 Kanûnê li dijî bajarê Reqayê bomberdûmana hewayî pêk hatiye û di encam de gelek çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin. Hat destnîşankirin ku 3 ji van çeteyan jî ji wê ekîba ye ku qetlîama paytexta Fransa Parîsê ya 13’ê Mijdara 2015’an pêk hat plan kiribûn.

Li gor daxuyaniya Pentagonê, ji çeteyên kuştî Salah Gourmat û Samî Djedou ‘bûne alîkarê qetlîama li Parîsê’, hat gotin ku têkîliya wan bi emirê DAÎŞ’ê Mûhammed el Adnanî yê ku berê hatibû kuştin heye. Hat daxuyandin ku çeteyê din ê bi navê Walîd Hamman jî ‘yek ji plankarê êrîşên intîxarî ye’ û sala 2015’an di doza li Belçîkayê de bi giyabî hatiye mehkûmkirin.