568 kes hatine binçavkirin

Li 28 bajaran di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 568 endamên HDP û DBP’ê hatine binçavkirin.

Wezareta Karên Hundir a Tirk têkîldarî operasyonên qirkirina siyasî ya ku ji duh ve li dijî HDP û DBP’yiyan didomîne, daxuyanî da. Wezaretê diyar kir ku 12-13’ê Kanûnê ‘bi navê PKK-KCK’ê’ operasyon kirine û li 28 bajaran 568 HDP û DBP’yî binçav kirine.

Wezaretê, navên bajar û hejmara binçaviyan parve kir.

Li gor vê, li Edeneyê 29, Enqere 17, Antalya 14, Erdexan 1, Balikesîr 8, Êlih 2, Çewlik Kanîreş 1, Bedlîs 23, Amed 19, Elezîz Dep 7, Erzîngan 4, Eskîşehîr 3, Dîlokê 43 hatine binçavkirin.

Li gor wezaretê bîlançoya bajarên din wiha ye;

Colemêrg: 8

Îdir: 1

Stenbol: 37

Îzmîr: 11

Qaxizman a Qersê: 3

Kayserî: 7

Manîsa: 4

Mêrdîn: 4

Mêrsîn: 93

Sêrt: 8

Riha: 194

Şirnex: 9

Tekîrdag: 4

Dersîm: 8

Wan: 6