Li Brîtanyayê bi îdîaya ‘terorê’ 5 kes ku çarê wan Îranî ne hatin binçavkirin
Roja Şemiyê di operasyonên li London, Manchester û Swindonê de 5 kesên ku guman jê dihat kirin êrîşa terorê li Brîtanyayê amade dikirin, hatin binçavkirin.
Roja Şemiyê di operasyonên li London, Manchester û Swindonê de 5 kesên ku guman jê dihat kirin êrîşa terorê li Brîtanyayê amade dikirin, hatin binçavkirin.
Polîsê Bajarê Mezin ê Londonê, ragihand ku herî kêm 4 welatiyên Îranê bi sûcdariya “amadekirina êrîşeke terorîstî” hatine binçavkirin. Gumanbar temenê wan di navbera 29 û 46 salî de ne, nasnameya kesê pêncem jî hîn ne diyar e. Lêpirsîn balê dikişîne ser plana êrîşa li ser armancek taybetî, lê armanc nehatiye eşkere kirin.
Di heman rojê de 3 kesên Îranî di çarçoveya lêpirsîneke cuda de bi sûcdariya “li ser navê dewletek biyanî tevlî çalakiyên ku metirsiyê çêdikin bibin" hatibûn binçavkirin.
Wezîra Navxweyî ya Brîtanya Yvette Cooper operasyon wek "geşedanên ciddî" binav kir û destnîşan kir ku ewlehiya neteweyî ji bo wan mijara herî sereke ye. Lêpirsîn berdewam e.