Hêzên rejîmê ragihandin, ku Heleb hatiye xistin

Hat ragihandin, bajarê Helebê ku bi hefteyan e ji aliyê hêzên rejîma Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin, bi temamî hatiye xistin.

Artêşa Sûriyeyê û çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku komên dijberê rejîmê yên li taxên başûr û başûrojhilatê Helebê, li cihekî teng hatine asêkirin û bajar êdî bi temamî hatiye xistin.

General Zayd el Saleh li taxa Şêx Saîd a ku roja Duşemê hat kontrokirin daxuyanî da bû û gotibû, "Ji bilî teslîmbûn an jî mirinê" ti alternatîf li pêşiya çeteyên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê û Siûdî, nîne.

Hat îdîakirin, ku çete li qadeke teng a ji çend blokan pêk tê, hatine asêkirin.

Li Helebê, ji sala 2012'an û vir ve di şer de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest da bûn. Heta vê payîzê jî, beşeke mezin a taxên bakur û rojhilatê bajêr di destê çeteyên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê û Erebîstana Siûdî de bûn.

Hêzên rejîmê di Tîrmehê de dest bi dorpêçkirina bajêr kirin û meha bihurî jî dest bi operasyoneke mezin a li van taxên dorpêçkirî kiribû.

Di nava çend hefteyên dawî de herî kêm deh hezar kesî xwe li taxa Şêx Mexsûd û qadên din ên hêzên Kurdan girtibûn.