Li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê êşkence

Bi dehan kesên ku li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li Cadeya Vatanê tên ragirtin tên êşkencekirin. Yên tên tazîkirin, bi gotinên “We polîs kuştine?” tên derbkirin û bi zorê îfadeyan mirovan tên girtin.

Bi dehan kesên ku piştî çalakiya li Beşîktaşê hatin binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê bi êşkenceyên giran re hevrû ne.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan Gulhan Kaya bi muwekîla xwe Fîlîz Çolak re axivî û wiha got; “Muwekîla min bi zorê li ser piyan disekinî. Got her tim li wan dane. Tazî kirine û êşkence lê kirine. Her wiha ragihand ku ji qawîşên mêran jî her tim deng û qêrîn dihatin.”

Çolak a ku bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser tevna civakî hatibû binçavkirin, îfadeya xwe ya dida polîsan bi dawî kir.

Parêzer Kaya bûyerên bi serê muwekîla wê de hatî wiha vegot; “Piştî tê binçavkirin êdî dest bi êşkenceya fizîkî dikin. Dema dibin Nexweşxaneya Hasekî jî li wir polîs lê didin û doktorek dest werdide û polîsan disekinîne. Li TEM’ê lê didin û wê tazî dikin. Ev lêgerîn li ber memûrên zilam pêk tê. Piştre, gilopan digrin û pehînan li sing û deverên wê yên genîtal didin. Her pê li lingên wê dikin. Wisa bû ku nikarîbû pê li piyên xwe yê çepê bikira.

Her tim bi destavêtinê gefan lê dixwin. Ji ber bang li parlamenterên xwe yên taybet dikin jî lê didin. Zorê didinê ku bibe îtîrafkar. Polîs dibêje eger li ser kesan îfadeyê bide dê wê berdin. Muwekîla min her ji 2 saetan carekê dibin cihekî din û nêzî saetekê lê didin. Bi zorê li ser lingan disekinî, bi zehmetî hereket dikir.

Muwekîla min dibêje, wek muxatabê êrîşa bombeyî polîsan em didîtin û her digotin ‘We kiriye?’ û li wan didan. Di bin çavan de gelek kes hene û êşkence li wan tên kirin. Dibêje ku cihê ku mêr lê dihat ragirtin ji wan dûr bû, lê ji wir her tim dengê û qêrîn dihatin. Qasî ku me fêm kiriye niha li Vatanê êşkenceyek mezin heye.”

Parêzer Kaya got nikarîbû bi muwekîla xwe ya din Helîn Yilmaz re hevdîtinê bike û got; “Polîs dibêje dozgeriyê 5 rojan qedexeya hevdîtinê heye. Lê, ev qedexe hatiye rakirin. Polîs vê biryara ku dibêje dozgeriyê girtiye jî nîşanî me nake.”