Hevşaredarê Dêrgûlê Mehmet Demîr hat girtin
Hevşaredarê Dêrgulê Mehmet Demîr ê ku li ser nerazîbûna dozgeriyê careke din hatibû binçavkirin, îro hat girtin.
Hevşaredarê Dêrgulê Mehmet Demîr ê ku li ser nerazîbûna dozgeriyê careke din hatibû binçavkirin, îro hat girtin.
Li bajarokê Dêrgul a Şirnexê leşkeran duh cara duyemîn bi ser mala Hevşaredar Mehmet Demîr de girt û ew binçav kirin. Demîr ê ku îro sewqî Dadgeha Cezayên Sulhê ya Şirnexê kirin û bi hinceta "Endamê rêxistinê" hat girtin.
Hat diyarkirin ku Demîr şandine Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.