Li gelek bajaran binçavkirin û girtin didome

Operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî HDP û DBP’ê bê navber dewam dike. Bi sedan kes, bi fermana AKP/Qesrê bi operasyonan ve tên binçavkirin.

STENBOL

Li Stenbolê li gel hevşaredarên HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Aysel Guzel û Dogan Erbaş gelek hevserokên navçeyan hatin binçavkirin, di çarçoveya operasyonên dewam dike de Sekreterê Giştî yê Federasyona Elewiyên Bektaş û Serokê Mala Cema ya Sûltangaziyê Zeynel Odabaşî, Hevserokê HDP’ê yê Beylîkduzu Hasan Temûr, Rêveberê navçeya Esenyûrt Mucahîr Îlhan jî hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku di derbarê gelek kesan de biryara binçavkirinê heye.

RIHA

Li Rihayê jimara kesên ku hate binçavkirin gihişte 190.

Di nava kesên ku di serdegirtinên li navenda bajêr û navçeyên Serêkaniyê, Sêwerek, Wêranşar, Bêrecûk, Pirsûs, Hewag û Hîlwan de hevşaredar, hevserokên partî û navçeyan, rêveberên partî û ji ber parvekirinên xwe yên li ser torên civakî hatin binçavkirin.

Operasyonê ku ji duh sibehê ve didome, piştî ku polîsan bi ser avahiyên partiyê yên li navçeyên Wêranşar, Serêkaniyê, Bêrecûk, Xelfetiyê û şûn de bi ser avahiya Sêwerkê de jî hate girtin.

Hat diyarkirin ku polîs bi sirûdên nîjaperestî ve bi ser avahiyan de girtine. Di serdegirtinên tevahî rojê de jimara binçavkiriyan gihişte 190’an.

Hevseroka HDP’ê ya Serêkaniyê Gulten Ceylan, rêveberê navçeyê Yilmaz Tûncer , Emîn Arak, Rêveberên HDP’ê yên navçeyê Îsamîl Kahraman, Zeynep Demîr û welatiyên bi navê Mûrat Guner, Veysel Bûlût û Lûtfî Agcar di nava kesên binçavkirirî de ne.

COLEMÊRG

Hevseroka HDP’ê Evîn Konûr û hevseroka Berê ya DBP’ê Zubeyde Bor ên ku duh di operasyonên qirkirina siyasî ya li Colemêrgê de hatibûn binçavkirin piştî karûbarê li eniyetê û şûn de sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê Konûr hate berdan û Bor bi îdîaya “Endama rêxistinê” sewqî dadgehê hate kirn û bi heman îdîayê hate girtin û şand girtîgehê.

WAN

Li Zanîngeha Yuzinci Yilê a Wanê (YYU), dema ku xwendekaran ji bo kesên ku di teqîna Stenbolê de jiyana xwe ji dest dabûn meş li dar xistin û dirûşmên nîjatperestî qîr kirin, li ser vê xwendekaran bertek nîşan dan. Li ser aloziya ku li vir rû da gelek xwendekar hatin binçavkirin. Yên ku li Fakulteya Veterînerî û Perwerdehiyê hatin binçavkirin şandin Midûryeta Emniyetê ya Bajêr.

Navê hinek ji xwendekarên hatine binçavkirin wiha ne: “Erhan Yûmrû, Kamîl Çekîç, Mehmet Yavûz, Alî Akçam û Yakûp Çabûk.