Yekîtiya Ewropayê bêyî serenavekî nû veke wê muzakereyan bidomîne

Konseya Yekîtiya Ewropayê daxwaza Awûstûryayê ya rawestandina muzakereyên endamtiya Tirkiyeyê bi erênî nebersivand, biryar girt ku ji bo muzakereyan serenavên nû neyên vekirin.

Di civîna Konseya Wezîrên Karên Derve ya YE de biryar hat dayîn ku di muzakereyên endamtiya dewleta Tirk de ku ji bo Yekîtiya Ewropayê didome, serenavên nû neyên vekirin.

Di daxuyaniyê de ku ji hêla Serokê Demê ya YE Slovakya hat kirin, wiha hat gotin, “Nabe ku di şertên heyî de serenavên nû bêne vekirin.”

Lê, Konseya Wezaretên Karên Derve ya YE, biryara pêşniyarê ya ku beriya niha ji hêla Parlamentoya Ewropayê (PE) hatibû girtin û dixwest muzakereyên bi Tirkiyeyê re bêne rawestandin li ber çavan negirt. Ji bilî PE, Awûstûryayê jî pêşniyarek wisa kiribû.