Tecrîd û qirkirina siyasî li Munchenê hatin şermezarkirin
Kurdistaniyên li Munchenê daketin qadan, daxwaza azadiya Ocalan kirin. Çalakgeran operasyonên qirkirina siyasî jî şermezar kirin.
Kurdistaniyên li Munchenê daketin qadan, daxwaza azadiya Ocalan kirin. Çalakgeran operasyonên qirkirina siyasî jî şermezar kirin.
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, Komuna Jinê-SARA, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê AKP/Qesrê ve tên meşandin, stant vekir.
Stant li Schutzenstr hate vekirin, ku ev der yek ji kolanên herî qelebalix ên bajêr e. Li ser navê çalakgeran daxuyaniyek li vir hat dayîn û hat gotin, "Heta Ocalan azad nebe, aştî û azadî nayê Kurdistanê. Em ê li dijî her şêwe êrîşên dewleta Tirk têbikoin. Zext wê nikaribin bi me. Her ku ditirsin, hê bêhtir êrîş dikin. Heta Ocalan azad bibe, em ê li malê rûnenên."
Di çalakiyê de ji bo stanta roja Şemiyê bê vekirin, bang hate kirin.