HDP: Em teslîmî operasyonan nabin
Rêxistina HDP’ê ya bajarê Stenbolê, operasyonên qirkirina siyasî ya di nava rojê de pêk hatin protesto kir û peyama “Em teslîm nabin” da.
Rêxistina HDP’ê ya bajarê Stenbolê, operasyonên qirkirina siyasî ya di nava rojê de pêk hatin protesto kir û peyama “Em teslîm nabin” da.
Rêxistina HDP’ê ya bajarê Stenbolê, têkildarî hedefkirina HDP’ê û BDP’ê li avahiya xwe bi daxuyaniyekê protesto kirin. Li odeya ku polîsan bi ser dîwar nivîsandibû ‘Em hatin ne li vir bûn” û alavên hundir hatibûn belavkirin de daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya û gelek kes beşdar bûn.
YUCEL: TESLÎM NABÎN
Li ser navê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê daxuyanî ji aliyê Yilmaz Yucel ve hate xwendin. Yucel desnîşan kir ku piştî fermana Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû kir û şûn de hate lidarxistin. Yucel diyar kir ki divê bi lezgîn yên ku hatine girtin bên berdan û got: “Bi nivîsînên gefî HDP teslîm nabe. Em hene û wê tim jî hebin. Nivîsandine ‘Em ê dîsa werin’ dema ku hatin wê civakeke ku aştiyê bixwazin wê me bibînin.”
ÇELÎK: EM Ê ZILMÊ BIŞKÎNIN
Endamê PM’ê yê DBP’ê Cafer Çelîk jî diyar kir ku bi operasyonan dixwazin bi ser qetlîaman bigrin. Çelîk wiha anî ziman: “Me wê demê gotibû em te nakin serok. Sedemê sereke yên van operasyonan ev e. Lê em cardin dibêjin; Em te nakin serok. Yên ku behsa dîn û bereriyê dikirin pirtûkên baweriyê li erdê belav kirine. Çi bikin bila bikin ev 100 sale em çok nedanî. Em ê bi hev re vê zilmê bişkînin.”
PARÊZER ZÎNCÎR: DEWLETA MAFYA!
Ji Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Parêzer Sînan Zîncîr jî destnîşan kir ku operasyon bi awayekî bêhiqûqî pêk tên û got; “Ji bo pirsgirêkên ku nikarin çareser bikin hewl didin failekî bibînin. Di bin navê lêgerînê de talan kirin. Hiqûq ji holê rakirine, xistine bin piyan.” Zîncîr ragihand ku ji bo kesên binçavkirî jî 5 rojan dîtina parêzer hatiye qedexekirin. Zîncîr der bir ku nûçeyên binçavkirinên nû tên, got ev tê wê wateyê ku wê ev operasyon berdewam bikin. Zîncîr bal kişand ku operasyona bi mantixê ‘tolhildanê’ tên kirin û wiha nerazîbûn nîşan da; “Dewlet tolê hilnagirin, dewlet ne mafya ye. Ev encama hilberîna mejiyê dewleta mafya ye.”
KAYA: SÛCÊ NEFRETÊ DIKIN
Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya axivî. Kaya, pirtûkxaneya hatiye tevlîhevkirin nîşan da û got ku ev dîmen derbasî dîrokê bûye. Kaya, bertek nîşanî operasyonan da û wiha dewam kir: "Em bi rêveberiyek ku teslîmî polîtîkayên şer bûye re hevrû ne. Bi salan e nefretê di hundirê gel de didin avakirin û bêyî ku şerm bikin HDP'iyên ku ji bo xwîn raweste aştiyê diparêzin wekî berpirsyarê xwîna tê rijandin dibînin. Berpirs ew in, ê ku hesabê vê bide wê kesên ku bi polîtîkayên şer aştiyê îxanetkar îlan dikin bi xwe bidin. Berpirsê van mirinan ew bi xwe ne. Yên ku bi mirinan xwe didin jiyandin ger, samîmî bin û aştiyê bixwazin dikarin vê di 24 saetan de pek bînin. Ez daxwaza hemû gelê xwe diqêrînim. Kesên ku ne HDP'î ne û qetlîaman naxwazin werin em bi hev re li dijî hemleya şer, hemleya aştiyê bidin destpêkirin. Kesên ku aştiyê dixwazin wekî xayîn hatine îlankirin. Em ê teslîmî şer û şerkeran nebin. Tiştek me bêzar nake û em ê di aştiyê de bi israr bin."