Tirkiye rê neda ku heyeta Fransî derbasî Helebê bibe
Rêveberên Tirk, heyeta ku ji parlementerên Fransî û ji serokên şaredariyan pêk dihat ku li ser rêbûn derbasî Helebê bibin, bi hincetên valal ve zivirandin.
Rêveberên Tirk, heyeta ku ji parlementerên Fransî û ji serokên şaredariyan pêk dihat ku li ser rêbûn derbasî Helebê bibin, bi hincetên valal ve zivirandin.
Endamên delegasyona Fransî ya ku bi rojane li Tirkiyeyê û dixwestin biçin Helebê diyar kirin ku li Kilîsê hatin astengkirin û rê nedan ku derbas bibin. Parlementera Partiya Sosyalîs (PS) Patrîck Mennûccî ya ku ji AFP’ê re axivî wiha got: “Dema ku me xwest em derbasî Helebê li Kilîsê hatin ragirtin. Tirkan rê nedan ku em derbas bibin. Diyar kirin ku li herêmê bombeyên kilorê tên bikar tînin û ewrên reş û tarî hene.”
Mennûccî diyar kir ku Brîta Hajî Hasan a ku têpayîn yek ji ‘Serokê şaredariya’ Rojhilatê Helebê ye jî bi wan re hatiye astengkirin, hewldanên derbasbûna sînor 3 saetan domand, tevî hemû hewldanan em hatin astengkirin.
Herve Marîton a ku Komerparêzên Partiya Muxalîf a Çep (LR) a di nava heyetê de cih digirt jî diyar kir ku ‘Ti sedemên bingehîn nebû’ ku rêveberên Tirkiye em asteng kirin.
Endamên heyetê diyar kirin ku wê li Rihayê di saet 19:00’an de daxuyaniya çapemeniyê bidin.
Di nav heyeta Fransî de li gel Mennûccî û Martîton yek ji pêşengên Partiya Keskan a Ekolojîk a Ewropayê (EELV) Parlemeter Cecîle Cûflot û Serokê Şaredariya Herêma 2’emîn a Parîsê Jacqûes Boûtaûlta jî cih digirt.