Ciwanên Kurd panela AKP'ê ya li Îngilîstanê asteng kir
Ciwanên Kurd panela lobiya AKP'ê UETD a li paytext Londonê protesto kirin.
Ciwanên Kurd panela lobiya AKP'ê UETD a li paytext Londonê protesto kirin.
Li paytexta Îngilîstan Londonê, UETD ku weke rêxistina lobî ya AKP'ê tê zanîn, bi sernavê "Têkiliyên Îngilîz û Tirk di siberojê de" panelek lidar xist û serşêrwirmenda Erdogan Ayşe Sozen Ûslûer tevlî bû.
Ciwanên Kurd ev panela li parlamentê dihat lidarxistin sabote kirin û nehiştin pêk were.
NERAZÎBÛNA LI ŞERÊ TINEKIRINÊ
Li salona panelê, ciwanên Kurd ên tîşortên bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li xwe kiribûn rabûn ser piyan û dirûşmên "We Are PKK, PKK is us", "Turkey state terrorist","Freedom for Ocalan" û “Bijî Serok Apo"qîriyan û panela AKP'ê protesto kirin. Ciwanan her wiha pankarta bi nivîsa "Stop War on Kurds" vekirin û şerê tinekirinê yê li dijî Kurdan tê meşandin, şermezar kirin.
Ciwanan dan xuyakirin ku UETD weke lobiya AKP'ê li Îngilîstanê dixebite û destnîşan kirin, ku ew ê destûrê nedin rêxistinbûneke bi vî rengî.