Demîrtaş: Yên lêpirsîn dane destpêkirin ew kesên ji ‘Pêvajoya Çareseriyê’ nerehet bûn

Demîrtaş bi hinceta axaftinek wî ya li Şirnexê bi rêka SEGBÎS’ê îfade da. Demîrtaş diyar kir ku ew kesên ku ji ‘Pêvajoya Çareseriyê’ nerehet bûn wê demê lêpirsîn dane destpêkirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi hinceta axaftinek wî ya beriya hilbijartinên xwecihî ku li Şirnexê kiribû, ji ber lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dabû destpêkirin, îro bi rêka Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê îfade da.

Demîrtaş bal kişand ku bi awayekî bêhiqûqî tê ragirtin û bi bîr xist ku hê jî bi navê parlamenter wezîfeya wî didome. Demîrtaş wiha axivî; “Ji ber girtî me, ev mafê min ê parastinê yê têkîldarî dosyayên ku negirtî me jî sînordar dike. Niha jî neçar im ku li girtîgehek 2 hezar kîlometreyan dûrî Serdozgeriya we îfadeyê bidim. Ez difikirim ku îfadedayin an jî parastina bi rêka SEGBÎS’ê binpêkirina mafê ‘rêgeza hevrûbûnê’ û ‘mafê daraza adil’ e. Lê ji ber neçariyê ez dixwazim bersivê bidim van tewanbariyên ku li min tê kirin.”

‘YÊN JI PÊVAJOYÊ NEREHET BÛN DEST BI LÊPIRSÎNAN KIRIN’

Demîrtaş got ev axaftina ku bûye sedema mijarê li ber avahiya Rêxistinê ya Bajarê Şirnexê kiriye û wiha pê de çû;

“Ev ne civîneke li gor yasaya bi nimroya 2911’an e. Wê demê tevahî partiyên siyasî, namzetan bi şêwazên heman daxuyanî dane. Eger têkîldarî axaftina min a civînê ti tewanbarî nîn be, ji xwe têkîldarî mijarên piştî civînê ti berpirsiyariyek min nîne. Li vir ne çalakiyek tundiyê, ne bangek tundiyê ne jî pesndayina tundiyê heye. Ez nafikirim ku kesên bi min re tevlî civînê bûne jî ti sûc kiribin. Lewre jî li gor nêrîna min divê dosya bê encamkirin. Dema ku ev lêpirsîn hatibû destpêkirin, pêvajoya ku li Tirkiyeyê ‘Pêvajoya Çareseriyê” dest pê dikir.

Wê demê hin hêzên ewlehiyê û berpirsên edlî ji ‘Pêvajoya Çareseriyê’ nerehet bûn. Bi fikar bûn ku aştî li welatê me serwer bibûya. Ez wan nav bi nav nizanim, lê bi taybet jî der heqê me de lêpirsînên ne pêwîst dan destpêkirin û hewl dan ku ‘Pêvajoya Çareseriyê’ têk bibin. Ez nabêjim ev lêpirsîn bi vê armancê hatiye vekirin, lê dixwazim serdozgeriya we vê rewşê li ber çav bigre.”

Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî jî diyar kir ku di axaftina muwekîlê wî de ti unsûrê sûcê nîne û daxwaz kir ku biryara vê dosyayê bê dayîn.